Darên zeytûnan ên gundên Zirganê bêxwedî ma

Ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a dagirker erdên li gundên Zirganê bêxwedî man. Baxçeyên zeytûnan jî hatin berdan.

Piştî êrîşên dagirkeran ên di 9’ê Cotmehê de li herêmê gelek gund hatin valakirin. Bi sed hezaran kes ji warên xwe bûn û bandoreke neyînî li çandiniyê bû. Li gelek gundan ên ku hatine valakirin, mal û erdên gundiyan hatin talankirin, alavên wan hatin dizîn.

Li gundê Rabîat ê Zirganê jî ev erd hatin berdan. Li gund kêm kes man. Her dem dengê bomberdûmanê tê. Gelek kesan ji neçarî erd û malên xwe terikandin. Yên mane jî bi fikar in.

Îdrîs Huseyîn ê ji gundê Rabîatê di 10’ê Mijdarê de ji ANF’ê re axivî û gotku “Topan diavêjin gundên Til Werd, Rabîat û Ereb Xanê û êrîşên hewayî dikin. Em nizanin ji ku derê tên, bi tenê dengê teqînê tê û em dibînin ku toz û duman radibe. Em li ser axa bav û kalên xwe ne. Ji ber êrîşên dagirker gel dev ji erd û erzaqên xwe berda. Hinek ji wan zarokên wan li cihekî ne, ew li cihekî ne. Têkiliya wan qut bûye.”

Huseyîn diyar kir ku ev baxçeyên zeytûnan mîrateyeke bi salan e û niha hemû hatine berdan û ew nikarin berhemên xwe kom bikin. Huseyîn bal kişand ser vî tiştî ku wan dev ji mal û warên xwe berdane û di şertên dijwar de dijîn.

Huseyîn got ku “Li vê derê jiyana me xweş bû. Têkiliya me ya bi cîranên me yên Ereb re baş bû. Cîranên me yên Ermen û Xirîstîyan jî hebûn”. Huseyîn bal kişand ser vî tiştî ku bi dagirkeriyê re erd û malên wan hatine talankirin û desteserkirin.