Til Temir hate bombekirin, li Zirganê mayina dagirkeran teqiya

Rejîma Tirk a dagirker bombe li çar gundên Til Temirê barand. Ji bo gundekî jî sewqiyata çekên giran kir. Li navçeya Zirganê ya Serêkaniyê ji ber teqîna mayineke dagirkeran du leşkerên rejîma Sûriyeyê birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker li gorî dema herêmê saet di 10:55'an de bi koordînasyona balafirên keşfê bi obus û hawanan gundên Qasimiyê, Rihaniyê, Mahmûdiyê û Dawudiyê yên Til Temirê bombe kir.

Dagirkeran her wiha tevî çeteyên xwe çekên giran veguhast gundê Îngîl ê Til Temirê.

DU LEŞKERÊN SÛRIYEYÊ BIRÎNDAR BÛN

Li gundekî navçeya Zirganê ji ber teqîna mayineke dagirkeran du leşkerên rejîma Sûriyeyê birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Hesekê.