Artêşa Tirk û çeteyên wê 2 leşkerên Sûriyeyê kuştin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Tirwaziyê ya Girê Spî 2 leşkerên Sûriyeyê revand û piştre li ser rêya M4 ew kuştin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Tirwaziyê ya Girê Spî 2 leşkerên Sûriyeyê revand û piştre li ser rêya M4 ew kuştin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî benda leşkerî ya li gundê Tirwaziyê ya Girê Spî kir. Çeteyan 2 leşkerên rejîma Sûriyeyê yên li ser motorbisikletê revandin. Piştre cenazeyê her du leşkeran li ser rêya M4 hate dîtin.
Piştî ku leşker hatin înfazkirin polîsên leşkerî yên Rûsyayê li herêmê dest bi dewriyeyê kirin.