Jeffrey li Enqerê ye, artêşa Tirk û çeteyên wê êrîş dikin!-NÛ BÛ

Nûnerê Taybet ê Sûriye yê DYE’yê James Jeffrey li Enqerê beriya hevdîtina bi rayedarên Tirk û çeteyên wê re pêk bîne, artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî gundên Til Temirê dest bi êrîşeke dorfireh kiriye.

Artêşa Tirk û çeteyên wê ji saetên sibê ve bi koordîneya balafirên keşfê yên bê mirov li Tirl Temir û Zirgan (Ebû Rasin) li dijî hêzên rejîmê bi çekên giran dest bê êrîşeke dorfireh kiriye.

Nûnerê Taybet ê Sûriye yê DYE’yê James Jeffrey li Enqerê beriya hevdîtina bi rayedarên Tirk û çeteyên wê re pêk bîne, artêşa Tirk û çeteyên wê El Qaîde, El Nûsra û DAÎŞ’ê di saetên sibê de dest bi êrîşeke dorfireh kiriye.

4 SERBAZÊN REJÎMÊ MIRIN

Di êrîşên bi desteka SÎHA ya li gundên Şeifa, Gubur Fercanê, Dirdara, Um El Kêf, Kasimiyê, Rihaniyê, Menax û Mehmûdiyê yên dikevin Xeta Til Temir-Zirganê ya li dijî hêzên rejîmê hate destpêkirin de bi kêmanî 4 serbazên rejîmê mirin.

BERBAZÊN BIRÎNDAR JÎ HENE

Di êrîşa li ser gundê UM Şeifayê de du berbazên rejîma Sûriyeyê birîndar bûne. Hate ragihandin ku Ahmed Şerîf Ahmed ê bi yarba û Munif Nensûr ê albay in birîndar bûne. Hate ragihandin ku birîndar rakirine Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn.

BI SÎHA’YAN ÊRÎŞ KIRIN

Li aliyê din di êrîşa li ser gundê Qubûr Fercanê de 4 leşkerên rejîmê mirin. HEr wiha li gundê Um El Kêf 2 li gundê Dildarê 6 leşkerên rejîmê birîndar bûn. Li gundê Dildarê wesayîteke katûşa ya girêdayî rejîmê ji aliyê SÎHA’yê ve hate têkbirin.

XEBATKARÊN TENDURISTÎ Û ÇAPEMENIYÊ JÎ TÊN HEDEFKIRIN

Li gundê Um Şeifa ya ku şer lê giran e, nûçegihanê televîzyona dewletê ya Sûriye El Îhbariyê Fadil Hemad jî birîndar bû. Her wiha li gund Dildara jî di êrîşan de erkdarê tenduristiyê Aram Ehmed (22) birîndar bû.

SIVÎL NEÇAR DIBIN KOÇ BIKIN

Li herêma Um Şeifa, Gubur Fercanê, Dirdara, Um El Dêf, Kasiyê, Rihaniyê, Menax û Mehmdûdiyê giran dibe, gelek sivîl neçar mane ku malên xwe biterikînin.

ÊRÎŞ DIDOMIN

Êrîşên bi tank, top, hewan û obusan hatibû destpêkirin dewam dike.Li herêmê tevgera ÎHA û SÎHA’yan dewam jî didome.