Xwepêşandanên gel ên li Ewropa li dijî dagirkariya Tirk didomin

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Frankfûrt, Stûttgart û Kîel ên Elmanyayê û Paytexta Fransa Parîsê hatin ba hev êrîşên qirker û dagirker ên Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyey protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li gelek qadên Ewropayê daketin qadan êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Rojava protesto kirin.

ELMANYA

Li bajarê Frankfûrt, Stûttgar û Kîel Kurdistanî û dostên wan ên li dijî dagirkeriyê û qetlîamên sivîlan ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Rojava daketin qadan bi çalakiyên cuda cuda protesto kirin. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku Rojava ji bo mirovahiyê têkoşînek mezin kiriye. Hate diyarkirin ku dewletên Ewropa bêdengin û gavên şênber navêjin, her wiha hate gotin ku heta bêdengî hebe wê li qadan û çalakiyan bikin.

FRAKFÛRT

STÛTTGART

KÎEL

FRANSA

Kurdistanî û dostên wan ên li Vîllîers le Bel a Parîsê ya paytexta Fransa hatin ba hev, êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê El Nûsra, El Qaîde û DAÎŞ’ê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Di çalakiyê de hate gotin ku civê hê xurtir xwedî li Rojava ya ku êrîşên dagirker û qirker li ser tê kirin, bê derketin. Daxwaz ji Fransa kirin ku li dijî dagirkeriyê gavên şênber bavêjin. Her wiha di çalakiyê de Hevşaredarê berê yê Îpek Yolû ya Wanê Veysel Keser jî axivî û diyar kir ku li kû destkeftiyên Kurdan hebin Tirkiye wê êrîşî wir bike