Li Minbicê şehîdê Berxwedana Rûmetê spartin axê
Bi sedan şêniyên bajarê Minbic û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD`ê Mihemed Hisên El-Casim (Mihemem Minbic) spartin axê û ji bo şehîd Berq Ebdulfetah Hezûrî (Firat Minbicê) merasîmek hate kirin.
Bi sedan şêniyên bajarê Minbic û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD`ê Mihemed Hisên El-Casim (Mihemem Minbic) spartin axê û ji bo şehîd Berq Ebdulfetah Hezûrî (Firat Minbicê) merasîmek hate kirin.
Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihemed Husên (Mihemed Minbic) û Ebdulfetah Hezûrî (Firat Minbic)7`ê Mijdarê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn.
Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şehîd Mihemed Husên (Mihemed Minbic) ji pêşiya nexweşxaneya Firat wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan a li başûrê bajarê Minbicê ve ketin rê. Girseya gel alên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û wêneyên şehîdan hilgirtibûn.
Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê fermandar Ebdulrehman El-Benawî, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan hevseroka meclîsê Henadî Mihemed û li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gondewarên wê endamê dîwana Meclîsa Zagonsaz Cumaa axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.
Di axaftina de hat destnîşankirin ku şehîdan bi xwîna xwe yê pîroz axa welêt avdane û xak û rûmeta xwe parastine. Di dewama axaftinan de ev hate gotin: "şehîdan ji bo pêkanîna jiyana hevbeş û bi rûmet a şêniyan fedakarî dane, darê azadiyê avdane û rêya me ronî kirine.”
Di dewama merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya herdu şehîdan xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Herî dawî jî di nava tilîliyên dayikan û dilsoziya bi şehîdan re cenazeyê Şehîd Mihemed Husên El-Cesim spartin axê.