Li bajarokê Hîşa SÎHA li sivîlan da: 2 sivîl şehîd, 5 jî birîndar bûn

Dewleta Tirk û çeteyên wê bi SÎHA’yê li bajarokê Hîsa ya dikeve başûrê rojhilatê Eyn Îsayê bombe li sivîlan barandin. Di bomberdûmanê de 2 sivîl şehîd, 5 jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk û çeteyên wê bi balafirên keşfê yên bê mirov û bi çek (SÎHA) bombe li bajarokê Hîşa ya dikeve başûrê rojhilatê Eyn Îsa barand. Di bomberdûmanê de 2 sivîl şehîd, 5 jî birîndar bûn.

Navê yek ji kesên şehîd bûne Hanî Ehmed El Rawî (25) ye. Navê kesên birîndar jî wiha ne; Elî Hemîd El-Hîlal (45), Tariq El-Ehmed (30), Mihemed El-Ehmed (29) û Hemûd El-Ehmed (20).

Sivîlên birînar rakirin Nexwexaneya Wetenî ya li Reqayê.