3 leşkerên rejîma Sûriyeyê mirin
Di êrîşên dagirker de 3 leşkerên rejîmê mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên dagirker de 3 leşkerên rejîmê mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ/El Nusrayê li gundê Fercanê ya di navbera rêya Til Temir û Zirganê de ye, benda hêzên rejîma Sûriyeyê bomberdûman kir.
Di êrîşê de 3 leşkerên rejîmê mirin û 4 leşker jî birîndar bûn.
Dagirkeran êrîşî xebatkarên tendirustiyê jî kirin ên ku hewl dan biçin hawara birîndarên li gundê Dildara ya Til Temirê. Di êrîşê de xebatkarê tendirustiyê Aram Ahmed birîndar bû.