ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Til Koçerê êrîşî hêzên eşîra Senadîdê hate kirin
Li Til Koçerê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşî bendeke kontrolê hate kirin. Di vê êrîşê de sê kesên ji eşîra Senadîdê mirin. -
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê teqînek pêk hat
Li navenda navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê teqîneke bi hêz rû da. -
Çeteyên dewleta Tirk li Minbicê sivîlekî din qetil kirin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Ereb Hesen ê Minbicê sivîlek qetil kirin. -
QSD: Dewleta Tirk gel dide koçkirin
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîyêl diyar kir ku dewleta Tirk li qadên ku dagir kiriye bi êrîş û bomberdûmanan dixwaze gel bide tirsandin û li şûna gelê ku koç dike jî komên terorîst bi cih bikin. -
Li Duisburg û Charleroiyê şehîd hatin bibîranîn
Li bajarê Duisburg a Elmanyayê û li bajarê Charleroî ya Belçîkayê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn. -
Dagirkeran li Eyn Îsayê derbên giran xwarin
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Eyn Îsayê kir û li hemberî berxwedana QSD’ê derbên giran xwarin. Dagirker neçar man ku vekişin. -
Dagirkeran êrîşî M4’ê kirin û derbeke giran xwarin
Dagirker ji bo ku rêya di navbera herêmên Firat û Cizîrê qut bikin êrîşî rêya M4’ê kirin. Şervanên QSD’ê ev êrîş şikandin û du wesayîtên dagirkeran îmha kirin. -
Foza Yûsûf: Agirbest komplo ye, divê NY nebe hevkarê sûc
Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif diyar kir ku agirbesta bi dewleta Tirk re li hemberî gelên herêmê komployek û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bila nebe hevkarê qirkeran. -
Dewleta Tirk qadên sivîlan bomberdûman dike
Dewleta Tirk a dagirker sivîlên li Rojava bomberdûman dike. Dewleta Tirk bi tank, obus, balefirên şer û wesayîtên hewayî yên bêmirov qadên sivîlan bomberdûman dike. -
Êrîşên li dijî rêya stratejîk M4’ê hatin şikandin
Dewleta Tirk gundên Zirgana Serêkaniyê bomberdûman dike û hewl dide ku rêya M4 a ku stratejîk e jî qut bike. Şervanên QSD’ê êrîşên li dijî rêya M4’ê şikandin. -
Dewleta Tirk gundekî Şerawayê bomberdûman kir
Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Akibe yê Şêrawaya Efrînê bomberdûman kir. -
Dewleta Tirk a dagirker bijîşkekî ji Taylandê qetil kir –HATE NÛKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li konvoya xebatkarên tendirustiyê yên bi navê Freeboûr Managerê da. Di vê êrîşê de bijîşkekî ji Taylandê hate qetilkirin û bijîşkek jî birîndar bû. -
Balefirên Tirk gundên Til Temirê bomberdûman dikin
Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker du gundên Til Temir bomberdûman dikin. -
Li Şehbayê ji bo Şehîd Sara Tîrêj merasîm hate lidarxistin
Bi sedan ji gelê Efrînê îro li Kampa Serdemê tevlî merasîma ji bo şehîd Sara Tîrêj bûn. -
Şervanên QSD’ê panzêrek îmha kirin
Li gundê Cemiliyê panzêreke dagirkeran hate îmhakirin. -
Berxwedana bi heybet a li xeta Til Temir-Serêkaniyê
Dewleta Tirk a dagirker ji serê sibehê ve bênavber bombeyan li gundên Serêkaniyê û Til Temirê dibarîne. Dagirker derbên giran ji berxwedana QSD'ê dixwin. -
Dewleta Tirk bombeyan li gundên Til Temir û Serêkaniyê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li gundên Serêkaniyê û Til Temirê dibarîne. -
Gundê Xirbit Beger ji dagirkeran hate paqijkirin
Şervanên QSD'ê gundê Xirbet Beger ê li başûr rojavayê Girê Spî ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê paqij kirin. -
QSD'ê wesayiteke çeteyan rûxand
Şervanên QSD'ê wesayiteke dagirkeran li gundê Mahmûdiyeyê rûxandin. -
Li gundê Kasimiyeyê şerekî giran diqewime
Şervanên QSD'ê bersiv dan êrîşên dagirkeran ên li dijî gundê Kasimiye yê Til Temirê. Li herêmê şerekî dijwar qewimî. Hate ragihandin ku hêzên QSD'ê 4 wesayitên dagirkeran rûxandin. -
'Gelên me yek e, armanca me yek e, parastina me jî yek e'
Li xeta Serêkaniyê-Til Temirê ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê lê giran in, gelên herêmê bi hev re li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Ji şêniyên herêmê Hecî Mihemed destnîşan kir ku ew dagirkeriyê qebûl nakin û got, "Gelên me yek e, armanca me yek e -
Dagirker bombeyan li gundên Serêkaniyê dibarînin
Dagirker êrîşî gundê Mahmûdiyê yê Serêkaniyê û gundên Esadiyê, Babîl Ferec û Ûm Îşbê yê Zirganê dikin. -
Eşîra Şarabî: Em ê xaka xwe ji Erdogan re nehêlin
Endamên Eşîra Şarabî diyar kirin ku ew ê tola endamên eşîra xwe hilînin ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin qetilkirin. Endamên eşîrê gotin, "Em ê hîn bêhtir bi QSD'ê re bibin yek û xaka xwe ji Erdogan û çeteyên wî biparêzin." -
Şêniyên Dirbesiyê: Êrîş nikarin bi me
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê de daketin qadan. Şêniyên Dirbesiyê ku li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabûn gotin, "Êrîş nikarin bi me." -
Gelo DYE li stratejiya xwe ya MOM û MOK vedigere?
DYE ku hewl dide Rojava pêşkêşî dewleta Tirk û çeteyên wê bike, gelo li stratejiya xwe ya ku di destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê de li ser komên radîkal ava kiribû vedigere?