ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Til Temirê gelek çete hatin kuştin
Di navbera dagirkerên êrişî gundên Mahmûdiye û Um Şihefa yên Til Temirê kirin û şervanên QSD'ê de şer qewimî. Di şer de gelek çete hatin kuştin. -
Li Girê Spî leşkerekî rejîmê jiyana xwe ji dest da
Li gundê Gor Hiso yê Girê Spî ji ber bombardûmanê leşkerekî rejîmê mir. -
Dagirkeran li leşkerên rejîma Sûriyeyê xistin
Dagirkeran êriş birin ser leşkerên rejîmê yên li gundên Qebra û Um Şihefa yên Til Temirê. Tê gotin ku ji leşkerên rejîmê mirî û birîndar hene. -
Dagirker Til Temirê bomberdûman dikin, sewqîyata leşkerî didome
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran li gundên Til Temirê dide. Dagirker li ser xeta Til Temirê jî sewqîyateke leşkerî dikin. -
QSD: Divê DYE li dijî binpêkirina agirbestê bi erka xwe ya garantorî rabe
Fermandariya Giştî ya QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê agirbesta li gel DYE’yê ya 17’ê Cotmehê erê kiribû binpê dike, bi êrîşên ji erdê û bi ÎHA’yan ji esmana ve 182 şervanên QSD’ê û bi dehan sivîl jî şehîd bûne. -
Şehîdên Berxwedana Rûmetê spartin axê
Bi hezaran şêniyên Hesekê û gundewarên wê, bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê spartin axê. -
HRE: 3 çete hatin kuştin û 1 jî sax hate girtin
HRE’yê ragihand ku di çalakiyên şervanên wan ên 8’ê Mijdarê ya li gundê Meryemînê ya Şera a Efrînê de 3 çete hatine kuştin û çeteyek jî bi saxî girtine. -
Li Kobanê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê veşartin
Li Kobanê bi tevlîbûna bi sedan welatiyan, cenazeyê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê veşartin. -
Di dewriyeya Tirk-Rûs de sivîlek şehîd, 5 sivîl jî birîndar bûn
Di êrîşa li ser nerazîbûna gel a li dijî dewriyeya hevpar a dewleta Tirk a dagirker û Rûs ya li Dêrik û Girkê Legê de 5 sivîl birîndar bûn. -
Di 24 saetên dawî de bi kêmanî 13 çete hatine kuştin
QSD`ê ragihand ku encama şer û berxwedana 24 saetên dawî ya di çarçoveya parastina rewa de bi kêmanî 13 çete hatine kuştin. -
Di dewriyeya Tirk-Rûs de êrişî gel kirin: Ciwanek şehîd bû
Dewleta Tirk a dagirker fîşek li şêniyên li Dêrikê yên Kantona Qamişloyê barandin, ku dewriyeya Rûs-Tirk şermezar dikirin. Di êrişa dagirkeran de sivîlek hate qetilkirin. -
Tankek dewleta Tirk hate teqandin
Li gundê Meshûdiyê yê Girê Spî tankeke dewleta Tirk a dagirker hate teqandin. -
Dagirkeran êrişî gundên Eyn Îsa û rêya M4 kirin
Dewleta Tirk a dagirker êrişî rêya M4 a navbera Kobanê û Eyn Îsa û gundên herêma Eyn Îsayê kirin. -
Partiya Suryanî: Qirkirina 1915'an tê dubarekirin
Serokê Şaxê Hesekê yê Partiya Yekîtiya Suryanî Gabrîel Şamo diyar kir ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk gelek Suryanî û Ermen neçar man koç bikin. Şamo destnîşan kir ku qirkirina 1915'an tê dubarekirin. -
Li Mesûdiyeyê wesayiteke dagirkerên dewleta Tirk hate rûxandin
Li gundê Mesûdiye ku li başûrê rojava yê Girê Spî ye, şervanên QSD'ê bersiv dan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û wesayiteke leşkerî rûxandin. -
Dewriyeya hevpar a Tirk û Rûs dan ber keviran
Şêniyên Rojava dewriyeya hevpar a polîsên leşkerî yên Rûs û artêşa Tirk a dagirker dan ber keviran. -
Bi sed hezaran mirov ji êrişên dagirkeriyê koçber bûn
Ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sed hezaran kes neçar man ku malên xwe biterikînin. Tenê 159 hezar 721 kesî koçî wîlayetên Hesekê û Reqayê kirin. -
Mamosteyên Dirbesiyê: Êrîş li pêşiya perwerdeyê asteng e
Mamosteyên ji Dirbesiyê diyar kirin ku ji ber êrîşên dagirkeriyê xwendekarên wan mexdûr in û gotin, li pêşiya perwerdeyê dagirkerî dibe asteng. -
'Erdogan nikare Kurdan biqedîne'
Emîra Xidir ku dayika du şehîdan e diyar kir ku ew bi zarokên xwe serbilind e û got, "Em Kurd in. Bila Erdogan nebêje ku wî Kurd qedandiye. Nikare me biqedîne û tiştên kiriye jî wê jê re nemîne." -
Li Minbicê şerê dijwar diqewimin
Li bejahiya gundên Ereb Hesen, El-Dendeniye, Um Cilud û Um Edese yên dikevin bakurê rojavayê Mibicê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbic û çeteyên artêşa Tirk de şerên giran rû didin. -
QSD’ê serçeteyê bi navê Îsmaîl Zaîm girt
QSD’ê ragihand ku yekîneyên wan ên Ewlekariyê 6’ê Mijdarê di encama operasyonek taybet de serçeteyê Ceyş el Îslam ê bi navê Îsmaîl Zaîm girtine. -
Li Raiyê di dema derbasbûna wesayîta çeteyan de teqînek pêk hat
Li Raî ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de ye, di dema derbasbûna wesayîteke ya çeteyan de teqînek pêk hat. -
Şervanên QSD’ê êrîşa li Şergiratê vala derxist
Şervanên QSD’ê êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Şelgirat a Eyn Îsa vala derxist. -
Êrîşa li ser 3 gundên Eyn Îsa hate têkbirin
Êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya bi çekên giran ji sê baskan ve ya li ser gundê ÇElebiyê, Dibis Xirbit Keremêye yên girêdayî Eyn Îsa, ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate têkbirin. -
Li Til Hemîsê 17 şehîdên QSD’ê hatin bibîranîn
Ji bo 17 şervanên QSD’ê yên di Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûne, merasîmek ya bîranînê hate lidarxisin.