Cenazeyê 14 şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmekê veşartin

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê cenazeyê 14 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat a li Dêrikê bi merasîmeke heybet veşartin.

Bi hezaran şêniyên Dêrikê li ber nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bûn û cenazeyê şehîd Ebdulselam Hesen( Harûn Çiya), Sefqan Mûsa (Sefqan Dêrik), Masûm Mecid(Botan), Melik Mihemed (Botan Ceger), Sabrî Ebdulrehman (Xebat Dêrik), Besil Şawêş (Mîtan Qehreman), Îbrahîm Hesen (Egîd Dêrik), Ridwan Mihemed (Kortayî Amed), Rohlah Tirnsa (Şahan Melekşah), Cîhan Atîk (Bahoz), Ozkê Aydin(Ceren Konîş), Umran Fêrnta( Yasîn Aydin), Gûzel Altunuz(Aynur Ada) tevî cenazeyê şehîdê sivîl Serxwebûn Elî yê ku ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve li gundê Sermisax ê girêdayî navçeya Girkê Legê şehîd bûye wergirtin.

Piştî wergirtina cenazeyên şehîdan, şêniyan ber bi Goristana Şehîd Xebat ve ketin rê.

Li goristanê bi navê Rêvebeiya Xweser Heyva Erebo axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re û tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwestin.

Heyfa destnîşan kir ku Berxwedanan Rûmetê ya ku Hêzên Sûriye Demokratîk nîşan didin li tevahiya cîhanê deng vedaye. Her wiha bêdengiya cîhanê li hember kiryarên dagirkeran şermezar kir û teqez kir ku redkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewriyên Tirkiyê delîla mezinkirina asta têkoşînê ye.

Piştî wê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê nasnameyên şehîdan xwendin û di nav tilîliyên dayikan de û berzkirina dirûşmeyên silavkirina Hêzên Sûriye Demokratîk radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşman veşartin.