Dewleta Tirk 8 leşkerên rejîma Sûriyeyê birîndar kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundên Til Temirê kirin. Ji ber êrişan 8 leşkerên rejîma Sûriyeyê birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAÎŞ û El Nûsra bi balafirên şer ên bêmirov û çekên giran êrişî gundê um El Kêf û gundê Didara yê navbera Zirganê û Til Temirê kirin. Êrişên dagirkeran li dijî nuqteyên hêzên rejîma Sûriyeyê hatin kirin.

Li gundê Um El Kêf 2, li gundê Didara jî 6 leşkerên rejîmê birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Til Temirê.

Birîndarên ku rewşa wan giran in ên li Nexweşxaneya Şêhîd Lêgerîn a li Til Temirê sewqî nexweşxaneyên li Hesekê hatin kirin.