Li Silûk û Ezazê teqîn, êrîşî Til Temirê tê kirin

Li Silûka Girê Spî ya ku dewleta Tirk a dagirker êrîş kiribû, li nêzî firinekê teqînek pêk hat. Hate diyarkirin ku gelek kes mirine û birîndar bûne. Di heman demê de êrîşî gundên Til Temirê jî hate kirin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin li nêzî firneya nan a Siyahî teqînek pêk hatiye. Hate hînbûn ku di teqînê de mirî û birîndar hene lê agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

ÊRÎŞÎ TIL TEMIRÊ HATE KIRIN

Dagirkeran bi obus û hawanan êrîşî gundê Qasimiyê yê Til Temirê kirin. Derbarê êrîşa vê derê agahî nehatin stendin.

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker jî gundê Umil Kef ê Til Temirê bomberdûman kir.

Di heman saetan de helîkopter û balefirên keşfê yên Emerîkayê jî li ser qadê geriyane.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê saet di 15.10’an de bi obus û tankan êrîşî gundê Rihaniyê yê Til Temirê kirin.

LI EZAZÊ TEQÎN

Li Ezazê jî teqînek pêk hat. Ezaz di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye û li bakur ê Helebê ye.