Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Reqayê spartin axê

Bi tevlîbûna bi sedan kesî cenazeyên 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiya ya gundewarê bakurê Reqayê spartin axê.

Bi sedan kesî cenazeyê şehîdên Berxwedana Serdemê Hemo El-Casim, Elî Hisên (Girboz Reqa) û Hisên Hemdan (Goran Kobanê) bi merasîmeke girseyê li Goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiya ya gundewarê bakurê Reqayê spartin axê.

Kerwanê derbestên şehîdan ku ji dehan wesayîtan pêk dihat, dema gihişt goristanê ji aliyê girseyeke qarbalex ve bi dirûşmeyan hate pêşwazîkirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Bi navê meclîsên xeta gundewarê bakurê Reqayê hevserokê Meclisa Til Semin Ebdulrehman axivî û got:"Sûriye kaniya ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê çavê xwe berdanê ye. Lê bi saya şehîdên rûmetê wê dagirkerî li ser axa Sûriyê nemîne."

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şêniyan cenazeyên şehîdan bi dirûşm û tilîliyên dayikan spartin axê.