Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê êrîşên dewleta Tirk bibin belge

Hiqûqnasên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordînekirina Meclîsa Edaletê wê sûcên şer ên dewleta Tirk bikin belge.

Bi armanca belgekirina sûcên dewleta Tirk yên ji 9‘ê Cotmehê û vir de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komîteyek ji 6 endamên jin ên ji herêma Cizîrê ya Sûriyê hat avakirin. Komîteyê dest bi belgekirina sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê kir.

Komîteyê bi hevkariya Yekîtiya Parêzeran, li bajarê Hesekê 7 komîteyên ji hiqûqnasan ava kirin, bi heman armancê komîteyek li Til Temirê hate ava kir.

Komîteyên şaxên xwe li Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiypê, Girkê Legê, Dêrik, Kobanê, Tebqa, Reqa ava kir.

Endama komîteya belgekirina binpêkirinên li herêmên Rêveberiya Xweser Aynûr Başa got ku: "Ji kêliya destpêkê ya êrişên dewleta Tirk me dest bi kar kir û bi sedan binpêkirinên bi delîlan belge kirin. Karê me hê jî berdewam e, ji ber binpêkirin jî berdewam dikin. Ez dikarim bêjim ku me rewşên kuştinê yên bi zanebûn û hedefgirtina sivîlan, her wiha talankirina mal û milkên sivîlan û hedefgirtina xebatkarên di rêxistinên navneteweyî de û cihên olî belge kir."

Komîte bi gelek aliyên derve re weke komîteya çavdêr û belgekirina rastiyan a NY`yê bi rêya rêxistina mafên mirovan a Cizîrê dewam dike û komek ji parêzerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li derveyê welat di nava têkiliyan de ne.

Aynûr di dawiyê de diyar kir ku ew dixwazin dadgeheke taybet mîna dadgeha Harîrî, Rûanda û Yûgoslavyayê were avakirin.