HRE: Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku hêzên wan li Ezazê çalakiyek li dar xistine ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. HRE’yê diyar kir ku serçeteyekî Firqet El Şimal ê girêdayî Tirkiyeyê hatiye kuştin.

HRE got ku “Hêzên me li herêma Ezazê li dijî komên çeteyan ên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke tolhildanê li dar xistin.”

Di daxuyaniya HRE’yê de hate gotin ku “Di 9’ê Mijdarê de li nêzî gundê Şimêrîn ê herêma Ezazê, hêzên me bi sabotajê serçeteyê koma çeteyên bi navê Firqet El Şimal a girêdayî artêşa Tirk a dagirker kuştiye. Di çalakiyê de serçete û hin çeteyên pê re birîndar bûne û çeteyek jî birîndar bûye.”