Di 24 saetên dawî de 5 çete hatin kuştin tankek hate derbkirin

QSD’ê encamên çalakiyên şervanên QSD’ê yên di çarçoveya parastina rewa û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên 24 saetên dawî eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku di 24 saetên dawî de bi kêmanî 5 çete hatine kuştin, 6 çete birîndar bû û tankek hatiye derbkirin.

QSD’ê diyar kir ku 2 şervanên wan jî şehîd bûne.

“Artêşa dagirker li hember Rojavayê Kurdistan û Bakurê Suryê agirbest binpê dike û bi her awayî êrişên xweyên berfirehkirina dagirkeriyê zêde dike.

TIL TEMIR

Artêşa dagirker a Tirk û komên çete yên bi ser ve li gundên Leylan û Gûzeliyê êrîş birin ser herêmên sîvîl û hewl dan ku qadên nû dagir bikin.

EBÛ RASEN

Artêşa dagirker û komên çete bi hêzeke mezin êrîş birin ser gundên Til el-Werd, Um el-Îşba û Til Mihemed.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker û komên çete, bi armanca dagirkirina herêmên nû ku rêya M4 a navdewletî jî di nav de êrîş birin ser gundên Xirbet Kerîm, Dibs û Xalidiyê. Hêzên me bersivên dan û di encam de şerek rû da. Di encama şer de 2 çete hatin kuştin, 2 brîndar bûn, tangek jî hate derbkirin. Komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve li gundên Şêrgirat, Tibêna û Mesûdiyê bi piştevaniya çekên giran û di bin bombebarana balfirên bê mirov de êrîş birin ser herêmên sîvîl. Hêzên me bersiva êrîşan dan û di encam de şer qewimî. Di encama vî şerî de jî 3 çete hatin kuştin û 4 çete brîndar bûn.

Bi giştî di encama bersivdana hêzên me de 5 çete hatin kuştin, 6 çete brîndar bûn.

Di vê berxwedanê de 2 şervanên me ji şehid ket.”