Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet veşartin

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên 8 şervanên QSD`ê ku di Berxwedana Rûmetê şehîd bûbûn de li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, bi merasîmeke heybet veşartin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên 8 şervanên QSD`ê ku di encama bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn de, veşartin.

Şêniyan cenazeyên Hesan El-Elêwî (Enes Qamişlo) ku di 6`ê Mijdarê de li bajarokê Til Temir, Yûnis Emîr (Bahoz) ku di 4`ê Mijdarê de li bajarokê Til Temir, Basil Hisên (Şepal Hezokê) di 7`ê Mijdarê de, Ehmed Abdulêwî (Awaz Rustem), 7`ê Mijdarê li Til Temirê, Şêrezan Xelîl (Xelîl Qamişlo), Silêman Mihemed (Elî Şêr) 6`ê Mijdarê li Temirê, Şemdîn Hermîsî (Delîl Qamişlo) 27`ê Cotmehê li gundê Aliya yê Serêkaniyê şehîd bûbûn wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve meşiyan.

Şêniyan di dema ku cenazeyên şehîdan wergirtin de, bi alên QSD’ê û kulîlkan xemilandin. Şênî bi karwaneke girse ber bi Goristana Delîl Saroxan a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamilo ve ketin rê. Cenazeyên şehîdan li goristana ji hêla şêniyên Qamişlo ve ji Kurd, Ereb, Suryan, nûnerên ji partiyên siyasî û sivîl, şandeya Rêveberiya Xweser ve hatin pêşwazîkirin.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtin destpê kir. Di merasîmê de dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rojava û berxwedana QSD`ê hatin berzkirin.

Piştre endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:"Berxwedana di van kêliyan de li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dê mezintir bibe, da ku dengê wê zêdetir belav bibe. Em ji bilî serkeftinê tu tiştên din naxwazin."

Xelîl diyar kir ku hemû hêzên navdewletî li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn yek, lê dema meşeleya berxwedanê ji bo parastina destkefiyên li ser xaka Bakurê Sûriyê hatine bidexistin, sekinîn.

Aldar Xelîl di dawiyê de ev tişt anî ziman: "Mehek li ser berxwedana gelê me ya li dijî êrişên dewleta Tirk re derbas bû. Dagirkeran digot ew ê di 3 rojan de her tiştî bidawî bikin. Îro jî em dibînin ku gav û hesabên xwe vedigerînin."

Di dewama merasîmê de nasnameya şehîdan ji aliyê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmû ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.

Di merasîmê de hevrêyên şehîdan çekên wan rakirin û tevlî Berxwedana Rûmetê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê bûn û soza tolhildanê da.

Herî dawî cenazeyên 8 şehîdan di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.