Bîlançoya roja 32’emîn a Berxwedana Rûmetê hate eşkerekirin
QSD’ê bîlançoya roja 32’emîn a Berxwedana Rûmetê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Qizalî û Mişêrfa kirine û dagirkeran li vê derê derbeke giran xwarine.
QSD’ê bîlançoya roja 32’emîn a Berxwedana Rûmetê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Qizalî û Mişêrfa kirine û dagirkeran li vê derê derbeke giran xwarine.
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya roja 32’emîn a Berxwedana Rûmetê eşkere kir.
Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Balafirên bê mirov yên artêşa dagirker bê navber li ser hemû herêmên bakûrê Sûriyeyê geriyane û êrîşî hin cihan kirine.
Artêşa dagirker û komên çete li gundê Qizalî û Mişêrfa êrîş birin ser herêmên sîvîl hewl dan qadên nû dagir bikin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan û di encam de pevçûn qewimîn. Di encama pevçûnê de gelek çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin lê belê di derbarê hejmarê de agahiyên zelal bi dest neketin.
Di vê berxwedanê de 5 hevalên me şehîd ketin, 3 hevalên me birîndar bûn.”