ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şêrawa bi dijwarî tê bombebarankirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bênê yê Şêrawa bi dijwarî bombebaran dikin. Di encama bombebaranê de zêdeyî 55 guleyên obusan li herêmê ketine. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Dewleta Tirk êrişên xwe zêde kiriye
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde bûne û bi şev herî kêm 120 top û hawan li gundan ketine. -
Dewleta Tirk a dagirker bombe li Minbic û Babê barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li sê gundên li rojavayê Minbicê û bajarokê Erîma yê li rojhilatê Babê barand. -
Gelo Serêkaniyê 'Herêma Ewle' ye?
Serêkaniyê, ku dewleta Tirk bi îdîaya 'Herêma Ewle' destûr ji DYE'yê wergirt û 9'ê Cotmeha 2019'an dagir kir, bûye hêlîna çeteyan. Bûye navendeke komkujî, talan û guhertina demografiyê. -
Cenazeyê Şehîd Mehmûd El Ferhan bi meresimekê hate veşartin
Cenazeyê şervanê Meclîs Leşkerî ya Minbicê Şehîd Mehmûd Miteb El Ferhan, bi meresimekê hat veşartin. -
Êrîşên li ser rojavayê Rojava: Li Girê Spî û Efrînê 2 kes birîndar bûn – HATE NÛKIRIN
Di bombebarana dewleta Tirk a li ser gundê Korik ê Girê Spî û gundê Tinibê yê Sêrawayê de du kes birîndar bûn. Artêşa dewleta Tirk bi obusan êrîşê Şehba û Efrînê kir. -
Ji bo gerîla Hawar Qamişlo konê sersaxiyê hat vedan
Serdanên sersaxiyê ya ji bo gerîla Hawar Qamişlo (Menaf Elî Îsmaîl) ê di meha Gulanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, didomin. -
QSD: Êrişa li ser Minbicê hate têkbirin, 2 dagirker hatin kuştin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku bersiv ji êrişa dagirkeriyê ya li ser bakurê Minbicê re hate dayin û di encamê de 2 çete hatin kuştin. -
Rûspiyan li dijî êrişên dagirkeriyê banga yekîtiyê kirin
Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga yekîtiyê kir. -
Li Zirganê di êrişê de 2 kes birîndar bûn, gelek xanî jî hilweşiyan
Di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de ku li ser gundên Zirganê ya Kantona Hesekê hate kirin 2 kes birîndar bûn, gelek xanî jî hatin hilweşandin. -
Dagirker bombeyan li Minbic, Zirgan û Til Temirê dibarînin: Zarokek birîndar bû
Li Minbicê êrişa dewleta Tirk a li ser gundekî hate têkbirin. Li Zirganê jî di bombardûmanê de zarokek birîndar bû. Li Til Temirê bombe li 8 gundan hatin barandin. -
Ciwanên Rojavayî ji seferberiyê re amade ne
Ciwanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo xwedîderketina li berxwedana li qadên gerîla meşa dirêj lidar xistin, destnîşankirin ku PDK û dewleta Tirk wê li hemberî gerîla têk biçin, ew ê seferberiya çalakiyan dewam bikin. -
Komek ciwan tev li refên gerîlayan bûn
Komek ciwanên Kurd û Ereb di meşa li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de bi gotina “Garantiya Kurdistanê em in” li dijî dagirkerî û xiyanetê tev li nava refên gerîla bûn. -
Dagirkeran rojavayê Rojava ji xwe re kiriye armanc
Dewleta Tirk, Til Rifet, Girê Spî, Rêya M4 û gundên li rojavayê bajêr û Eyn Îsayê bombebaran dike. -
QSD’ê nasnameya şervanê li Dêrazorê şehîd bû aşkere kir
Navenda Ragihandina QSD’ê nasnameya şervanê li Dêrazorê şehîd bû aşkere kir û got: “Em Şehîd Mûnzir Xelef bibîrtînin û ji malbata şehîd û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.” -
QSD: 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku operasyona wan ya li dijî DAIŞ’ê hatiye destpêkirin û got: “Divê operasyona hêzên me de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.” -
Dewleta Tirk li Efrînê 3 sivîl qetil kirin
Dewleta Tirk a dagirker di meha Gulanê de li Kantona Efrînê, herî kêm 3 sivîl qetil kirin. -
Dewleta Tirk a dagirker her roj bombeyan li Rojava dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker îro jî bombe li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê barand. -
Meşa Dirêj a ji Qamişlo heta Dêrikê dewam dike
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jin ên Ciwan, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re, sê roj in dimeşin. -
QSD: Dewleta Tirk çeteyên El Nûsra li Efrînê bi cih kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku dewleta Tirk li başûr û rojavayê Efrîn a dagirkirî, çeteyên Heyet Tahrîr El Şam (El Nûsra ya berê) bi cih kiriye. -
Dewleta Tirk li Til Rifetê êriş bir ser nexweşxaneyekê
Dewleta Tirk a dagirker bi droneyeke bombebarkirî êriş bir ser nexweşaneyeke li navçeya Til Rifet a Şehbayê. -
Gundên Efrînê di bin êrîşan de ne
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Soxanekê û Aqîbe yên Efrînê bombebaran dikin. -
Malbatên Şehîdan: Weke Kobanê em ê dîsa bi ser bikevin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo destnîşan kir ku ji bo parastina destkeftiyên şehîdan li hemberî êrîşên dewleta Tirk ew ê li kêleka hêzên Rêveberiya Xweser bin û got: “Em ê herêma xwe biparêzin û ger pêwîst bike em ê ji bo vê jî şehîd bibin." -
Li Dêrazorê dewleta Tirk hate protestokirin
Bi sedan kesên ku di nav de rûspî jî hebûn, li rojhilatê Dêrazorê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û gefên nû yên dagirkeriyê protesto kirin. -
Şehîd Mihemed El Sayil li Tirbespiyê hate veşartin
Bi sedan kesan Şehîd Mihemed Ferec El Sayil li Goristina Şehîd Dilşêr a Tirbespiyê veşart.