Li Zirganê di êrişê de 2 kes birîndar bûn, gelek xanî jî hilweşiyan

Di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de ku li ser gundên Zirganê ya Kantona Hesekê hate kirin 2 kes birîndar bûn, gelek xanî jî hatin hilweşandin.

Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundên Esediyê, Dada Ebdal, Bobê, Til Hermel ên li bakurrojavayê Zirganê û gundên Rebîat, Til Werid û Xirbet Şeîr ên li başûrê Zirganê barand.

Dagirkeran di heman demê de êriş birin ser bakurê Til Temirê û bombe li gundê Qebir Sexîr ê li ser rêya Zirganê bombe kirin.

Di encama bombardûmanê de 2 kes birîndar bûn, gelek xaniyên li navçeyê hilweşiyan.