Malbatên Şehîdan: Weke Kobanê em ê dîsa bi ser bikevin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo destnîşan kir ku ji bo parastina destkeftiyên şehîdan li hemberî êrîşên dewleta Tirk ew ê li kêleka hêzên Rêveberiya Xweser bin û got: “Em ê herêma xwe biparêzin û ger pêwîst bike em ê ji bo vê jî şehîd bibin."

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û gefên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan Ridwan Îsa û Şêrîn Ehmed li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“ Bi navê malbatên şehîdan, welatparêzan û kesên ji bo azadiyê û parastina nirxên mirovahiyê di 10 salan de xebitîne, dibêjin ev ax bûye modeleke zindî ya hevgirtin, yektitiya çarenûsê ku Kurdan bi Ereban û Asûran û Suryanan ve girê dide û bi vê vînê em li hember hovantirîn hêzên tarî bi ser ketin.

Ji ber van destkeftiyan, dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya Erdogan herêma me dike hedef ku dixwaze xewnên xwe di kontrolkirina herêmê de pêk bîne. Ev sûcên wê yên li dijî herêmên me li dijî hemû nirxên mirovahî û exlaqî ne. Erdogan li ser afrandina şer û destwerdanan dijî, da ku ji aloziya xwe ya siyasî û aborî û civakî xilas bibe. Êdî şer vebijêrka wî ya yekane ye. Ev armancên wî yên mêtinger ji hemûyan ve diyar in.

Dewleta Tirk parastina ewlehiya xwe hincet dibîne da ku qada dagirkirina xwe fireh bike û dîroka osmanî li ser hesabê ewlehî, çand û azadiya gelên herêmê vejîne. Bi çekên NATO`yê û piştevaniya Ewropayê şer dike. Lê ev hewldanên wê dê bibe sedema vejandina DAIŞ`ê .

Gelên herêmê dê bi yekrêzî li rex hêzên leşkerî li ber xwe bidin û destkeftiyên şehîdan biparêzin. Careke din em bi serkevin, mîna ku sala 2014`an li Kobanê li hember DAIŞ`ê bi ser ketin. Divê di vê pêvajoya hesas de, piştgiriya Rojava bikin û sûcên Erdogan li dijî gelê me yê berxwedêr aşkera bikin.

Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku zextê li Erdogan bikin da ku êrîşên xwe yên hovane li dijî axa me ya pîroz û hedefgirtina sivîlan rawestîne, mîna ku duh li Qamişlo kiriye û îro li gundên Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê dubare dike. Cîhan bixwaze naxwaze, em ê li ser axa pêşiyên xwe bin. Em ê wê biparêzin û di oxira wê de şehîd bikevin. Bi sekna xwe li ser axa welatê xwe ya pîroz em ê bi ser kevin.”