Komek ciwan tev li refên gerîlayan bûn

Komek ciwanên Kurd û Ereb di meşa li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de bi gotina “Garantiya Kurdistanê em in” li dijî dagirkerî û xiyanetê tev li nava refên gerîla bûn.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê nîşan bidin, meşeke dirêj ji Qamişlo heta bi Dêrikê li dar xist. Di meşê de dirûşmeyên "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" hatin berzkirin. Meşa ciwanan vê êvarê li Dêrikê bi dawî bû û ciwanan daxuyaniyek da. Di meşê de gelek ciwanên Ereb û Kurd biryar dan û tev li refên gerîlayan bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê ku ji 17’ê Nîsanê ve li ser Herêmên Parastina Medyayê dane destpêkirin, heta  bi niha bi hemû rê û rêbazên hovane dewam dike. Li hember van tevahî êrîşan hem Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û hem jî gelên Kurd û Kurdistanê berxwedaneke destanwarî raber dikin. Li hember berxwedana gerîla û gel ku bi ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî dewam dike, dijmin ketiye tengasiyên mezin, ji têkçûna wê re pir nemaye.

Li ser esasê ku êrîşên dagirkeriyê yên bênavber bi hevkariya PDK’ê û tevahî hêza NATO’yê li ser gelê Kurd û Kurdistanê dewam dikin, ji aliyê Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ve seferberî hate ragihandin. Seferberî li ser esasê ku her ciwan û Kurdekî birûmet, li dijî van hemû êrîşên qirker û faşîst li ber xwe bide û cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de bigire hate ragihandin. Seferberî bi dirûşmeya ‘Li dijî dagirkerî û xiyanetê, werin cenga azadiyê’ hate îlan kirin.

Di vê çarçoveyê de ji bo ku hemû ciwanên Kurdistanê û ciwanên derveyî Kurdistanê li Ewropayê dimînin, ji banga seferberiyê re bibin bersiv û bi 18‘emîn salvegera Pêngava Şoreşgerî ya 1’ê Hezîranê careke din bi ruhê berxwedana gerîla derb li dagirkeran bidin, meşeke dirêj ku li her derê heya 3 rojan dewam kir li dar xistin.

Di heman demê de ciwanên Rojavayê Kurdistanê û hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê bi meşê  sînordar neman, ciwanên ku tev li meşê bûn, bersiv dan êrîşên dagirkeriyê û biryara xwe dan ku tev li nava refên gerîla bibin. Ciwanên Kurd û Ereb ên ku tev li meşê bûne bersiva banga serferberiyê ya Komalên Ciwan dan, di 18’emîn salvegera Pêngava Şoreşgerî ya 1’ê Hezîranê de derbeke nû li dagirkeran dan.

Ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku cihê xwe di meşa dirêj a bi sê rojan de girtin, piştî ku meş gihîşt bajarê Dêrikê ciwanan bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe ya nava refên gerîla ragihand. Ciwanan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wê yekê ku di pêvajoyeke bi vê rengî de tevlêbûna nava refên gerîla bersiva herî rast e.”

Daxuyaniya ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî Berxwedana Gerîla’’ û “Werin Cenga Azadiyê” bi dawî bû.