Êrîşên li ser rojavayê Rojava: Li Girê Spî û Efrînê 2 kes birîndar bûn – HATE NÛKIRIN

Di bombebarana dewleta Tirk a li ser gundê Korik ê Girê Spî û gundê Tinibê yê Sêrawayê de du kes birîndar bûn. Artêşa dewleta Tirk bi obusan êrîşê Şehba û Efrînê kir.

Dewleta Tirk gundê Korik ê Girê Spî, gundê Têrendê û Bênê yên Şehbayê û gundê Tinibê û Şiwarxa yên Efrînê bombebaran kirin.

Di êrîşa dewleta Tirk a li ser gundê Korik ê Girê Spî de kesekî bi navê Mihemed Îsmaîl (Ebû Omer) birîndar bû. Îsmaîlê birîndar rakirin Nexweşxaneya Minbicê.

Zêdeyê 30 guleyên obusan li gundan ketin.

Hat zanîn ku di bombebarana dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser gundê Tinibê de zarokê 13 salî yê bi navê Hesan Mihemed Mistefa birîndar bûye û 10 mîh jî telef bûne.