QSD: 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku operasyona wan ya li dijî DAIŞ’ê hatiye destpêkirin û got: “Divê operasyona hêzên me de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê dest bi operasyonê kirine û got: “Hêzên me di 30`yê Gulanê de pêngava li dijî şaneyên DAIŞ`ê li bajarokê Mergede yê rojhilatê Hesekê li dar xist. Hêzên me di vê pêngavê de 4 terorîst girtin di nav de serçeteyek heye. Her wiha çek û cebilxaneya pê re desteser kirin.”

Bi domdarî QSD’ê wiha got: “Hêzên me bi çeteyan re 3 qilêş, dabanceyek, 10 telefonên berîkan, bombekşinek, 2 dûrbîn, kamereyek û amûrek ji bo înternetê (Wifi) girtin. Ev şane li dijî hêzên me û sivîlan êrîşên terorîst pêk dianîn. Çek û cebilxane ji şaneyên din re peyda dikirin. Her şaneyek ji 4 terorîstan pêk tê.”