Dewleta Tirk li Efrînê 3 sivîl qetil kirin

Dewleta Tirk a dagirker di meha Gulanê de li Kantona Efrînê, herî kêm 3 sivîl qetil kirin.

Li gorî daneyên Rêxsitina Mafên Mirovan a Efrînê, dewleta Tirk a dagirker li Efrînê di nava meha gulanê de yek jê zarok herî kêm sê kes qetil kirin.

Hat diyar kirin ku zarok ber bi xwekuştinê ve hatiye defdan û ji herduyan kesek din jî li zindanê bi êşkenceyê hatiye qetilkirin.

Dewleta Tirk piştî ku di sala 2018’an de Efrînê dagir kir, pergaleke terorê li herêmê bi cih kir. Sûcên desteserkirin, xesp, talan, êşkence, girtinên kêfî, destavêtin, înfaz, gef û bi zorê koçberkirin, rojane tên kirin.

Li gorî Rêxistinên Mafên Mirovan, dewleta Tirk ji Çileya 2018’an heta niha li Efrînê zêdetirî 700 sivîl qetil kirine.