Dewleta Tirk a dagirker bombe li Minbic û Babê barand

Dewleta Tirk a dagirker bombe li sê gundên li rojavayê Minbicê û bajarokê Erîma yê li rojhilatê Babê barand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şeva Pêncşemê dewleta Tirk bombe li herêmê barandiye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji baregeha li gundê Şêx Nasir ê li rojavayê Minbicê bajarokê Erîmayê û gundên Korhorîk, Boxax û Kawiklî yên li rojavayê Minbicê bi 70 fuze û hawan bombardûman hatiye kirin.