Dewleta Tirk a dagirker her roj bombeyan li Rojava dibarîne

Dewleta Tirk a dagirker îro jî bombe li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê barand.

Dewleta Tirk a dagirker her roj bombeyan li qadên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne. Yek deverên ku îro hatin bombekirin klînîkek bû.

BOMBE LI ŞÎRKETA ÇÎMENTO YA FRANSAYÊ HATE BARANDIN

Dewleta Tirk bombe li navçeya Çelebiyê ya li bakurrojhilatê Kobanê bombe li febrîqeyeke çîmento ya ser bi şîrketa Fransayê Lafarge barand. Êrişê li gorî dema herêmî saet di 12:40'î de destpê kir.

MINBIC

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Ewn Dadat û Mihsenlî yên li bakurê Minbicê barand.

Li gorî daxuyaniyê herî kêm 14 top li herêmê ketine.

EYN ÎSA

Bi dema herêmî saet di 10:00 de li rojavayê Eyn Îsayê gundê Ebû Nîtonê û li başûrrojavayê Girê Spî şîrketa çîmento ya bi navê Şîrketa Kobanê tê naskirin, hatin bombekirin.

KLÎNÎKA LI TIL RIFETÊ HATE BOMBEKIRIN

Serê sibehê jî droneyeke bombebarkirî ya dewleta Tirk êriş bir ser klînîka jinan a li Til Rifatê ya li Kantona Şehbayê. Hate ragihandin ku êriş li dijî klînîka Dr. Xelîl Şêx Hesen hatiye kirin û di encamê de xisara madî li klînîkê bûye.