Li Dêrazorê dewleta Tirk hate protestokirin

Bi sedan kesên ku di nav de rûspî jî hebûn, li rojhilatê Dêrazorê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û gefên nû yên dagirkeriyê protesto kirin.

Meclîsa Herêma Rojhilatê Hecîn, li dijî gefên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dar xist. Beriya meşê bi sedan kes li ber Meclîsa Herêma Rojhilatê Hecîn hatin ba hev. Di meşê de dirûşmeyên ji bo şermezar kirina gefên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya civaka navneteweyî, hatin berzkirin.

Dema ku girse gihîşt ber navenda Hecînê, li naverasta bajarok, Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclîsa Herêma Rojhilat Hesen El Loha daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Şênî, rûspî, karker, cotkar, rewşenbîr, zarok û jinên Dêrazorê û Herêma Rojhilat destwerdana dewleta Tirk red dikin û banga vekişîna dagirkeriya Tirk ji axa Sûriyeyê dikin.

Em bang li civata navneteweyî û hêzên garantor dikin ku van gefên dewleta Tirk a dagirker rawestînin û nehêlin armancên xwe yên mêtingeriyê li herêmê pêk bîne. AKP bi van gefan ku qaşo dixwaze herêmeke ewle ya berfereh a bi 30 kîlometreyan bike, ji aloziyên xwe yên siyasî û aborî yên hundirîn direve.

Ev destwerdan li ser Sûriyeyê û gelên wê û heta pêşeroja çareseriyê û lihevkirina Sûriye-Sûriyeyê xeteriyeke mezin e.

Dewleta Tirk derfet û aloziyên navneteweyî bi kar tîne da ku projeyên xwe yên nijadperest pêk bîne, wê ev yek di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de aloziyê derbixe û rê bide komên terorîst ku li herêmê çalak bibin.

Em bang li civata navneteweyî dikin ku destwerdanê bike û gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û sûcên li ser şêniyên herêmê pêk tîne rawestîne.”