Cenazeyê Şehîd Mehmûd El Ferhan bi meresimekê hate veşartin

Cenazeyê şervanê Meclîs Leşkerî ya Minbicê Şehîd Mehmûd Miteb El Ferhan, bi meresimekê hat veşartin.

Cenazeyê Şehîd Mehmûd El Ferhan ê ji Nexweşxaneya Firatê ya Minbicê hat wergirtin bi tevlêbûna endamên rêxistinên sivîl û leşkerî û nûnêrên partiyên siyasî û gel derxistin rê ber bi goristana li başûrê bajêr. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li vir meresimeke leşkerî li dar xist.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî Şervan Derwêş got ku wan 6 sal berê axa xwe ji destê terorê xelas kiriye û bi bîr xist ku ji wê rojê ve hêj jî gefên dijmin li ser axa wan berdewam in.

Derwêş anî ziman ku bila her kes bizane ku ciwanên vê herêmê hêj jî li ber xwe didin û got: “Soza bûyîna mertal ji vî gelî û azadiyê re bi cih tînin.’’Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê jî wiha got: ‘’Em şanaz in bi yên tev li karwanê şehîdan bûne.’’

Hevserokê Komîteya Xebatên Civakî ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Farûq El Maşî jî axivî û got: “Berê jî me li ber terora mezintirîn a cîhanê şer kir û îro jî em bi wan re şer dikin. Fînanskerên terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tim têk diçin. Bi saya ciwanên xwe em ê li dijî wan li ber xwe bidin û bibin mertal.“

Piştî axaftinan, belgeya şehadeta ya ji aliyê endamê Meclîsa Malbata Şehîdan Mehmûd Ebû Îdo ve hat xwendin radestê malbatê hat kirin.

Di dawiya meresimê de cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hat definkirin.