ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Gelên Minbîcê êrişên dagirker protesto kirin
Gelên Minbîcê li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk meşiyan. -
Dewleta Tirk bombe li Şehba û Şêrawayê barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li Kantona Şehbayê û Şêrawayê barand. -
Li Qamişloyê Meşa Dirêj a li dijî dagirkerî û xiyanetê destpê kir
Ciwanan li Qamişloyê meşa bi sê rojan a “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werina cenga azadiyê” da destpêkirin. -
Li Qamişloyê li dijî wesayîtekê êrîş pêk hat - HATE NÛKIRIN
Li ser rêya Sêgirka ya Qamişlo li dijî wesayîtekê êrîş pêk hat. Di encama êrîşê de welatiyek birîndar bû. -
Dewleta Tirk li Efrînê 2 kes revandin
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Efrînê, Sedellah Omer Mihemed Seydî û Helîme Çolo revandin. Aqûbeta kesên hatin revandin nayê zanîn. -
Ji bo gerîlayê HPG’ê li Hesekê merasîmeke leşkerî hate lidarxistin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Çiya Serêkaniyê yê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê merasîmek hate lidarxistin. -
HRE: 3 leşker û 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin
HRE'yê ragihand ku li navçeya Şêrawayê wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrpî îmha kirin û di encamê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn. Li heman navçeyê 2 çete jî hatin kuştin. -
Rojava tê bomberdûmankirin, li Cindirêsê kesek hate revandin
Dewleta Tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bomberdûman dike û li Cindirêsê jî kesek revand. -
Encamnameya konferansa Lubnan-Kurd hat ragihandin
Di konferansa diyalogê ya Lubnan-Kurd de encamnameya bi 11 xalan hat aşkerakirin. -
Rêveberiya Xweser: Em ê destketiyên gelê xwe biparêzin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber gefên dewleta Tirk a dagirker rabû û destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê herêmên xwe û destketiyên gelên xwe biparêzin. -
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Minbic û Şerayê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombeyan li gundên Minbic û Şerayê barandin. -
Dagirkeran êriş birin ser Eyn Îsa û Şehbayê: Kesek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gelek gundên herêma Şehba û Eyn Îsa barandin. Li Eyn Îsa gundiyek birîndar bû. -
Di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava de şervanek birîndar bû – HATE NÛKIRIN
Dewleta Tirk a navenda Zirganê bombebaran kir, gundê Xêbiş ê Til Temir û gundê Şiwarxa yê Şerayê jî ji xwe re kirin armanc. Di bombebaranê de endamê Meclîsa Leşkerî ya Xabûrê Kados Til Temir birîndar bû. -
Şehîd Xalid El Elî li Tebqayê hate veşartin
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid El Elî ku di encama krîza dil de şehîd bû, bi merasîmek girseyî li Şehîdgeha Tebqayê hate veşartin. -
Li Efrînê du kes hatin revandin
Dewleta Tirk û artêşa çeteyan a di bin banê wê de, li navçeya Şera ya Efrînê du kes revandin. -
Berdevkê YPG’ê: Em ê yekser bersivê bidin
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd got heke Tirk êriş bikin wê tiştên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dubare nebin û wê yekser bersivê bidin. -
QSD: Divê êrişên dewleta Tirk were sekinandin
QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer dike û hêzên ku li hemberî herêmê berpirsyariya wan heye divê peywira xwe pêk bînin. -
Dewleta Tirk Şêrawayê bombebaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Qentara û hawîrdora gundê Soxanekê yên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrîn dagirkirî bombebaran dikin. -
Êrîşî Zirgan û Til Rifatê kirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî navçeya Zirgan a Hesekê û Til Rifat a Efrînê kirin. -
Dewleta Tirk Til Temir bomberdûman kir
Dewleta Tirk a dagirker careke din gelek gundên Til Temirê bomberdûman kir. -
TEV-DEM'ê nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî da
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) nerazîbûn nîşanî civaka navneteweyî da ku li hemberî polîtîkayên hov ên dewleta Tirk bêdeng dimîne. -
Li Kobanê çalakiya bi kon di roja 2’emîn de didome
Konê ku ciwanên Kobanê û Reqa, Tebqa, Dêrezor û Minbicê li qada şehîd Egîd vekirine di roja duyemîn de didome. -
QSD'ê li Dêra Zorê operasyon kir: Serçeteyek hate girtin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li bejahiya rojhilatê Dêra Zorê li dijî hucreyên DAÎŞ'ê operasyon kirine û di encamê de serçeteyek girtine. -
Xelkê Kobanê li dijî dagirkerî û tecrîdê meşiya
Şêniyên Kobanê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk ên ji bo dagirkeriyê meşiyan û bang li raya giştî kirin ku li ber pîlanên dewleta Tirk ên guhertina demografiya herêmê rabin. Her wiha destnîşankirin ku wê li dijî êrişkariyê têkoşîna xwe xurtir bikin. -
MSD'ê bang li NY'yê kir: Tavilê dest li dewleta Tirk werdin
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) piştî gefên dewleta Tirk ên ji bo êrişeke nû ya dagirkeriyê, di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li civaka navneteweyî kir ku "tavilê dest lê werdin."