Dagirker bombeyan li Minbic, Zirgan û Til Temirê dibarînin: Zarokek birîndar bû

Li Minbicê êrişa dewleta Tirk a li ser gundekî hate têkbirin. Li Zirganê jî di bombardûmanê de zarokek birîndar bû. Li Til Temirê bombe li 8 gundan hatin barandin.

Li gorî daxuyaniya Naveda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, çeteyên 'Dîrî Firat' ên dewleta Tirk a dagirker hewl dan xwe berdin nava gundekî li bakurê navçeyê.

Hate ragihandin ku şervanên Meclîsa Leşkerî ev hewldana dagirkeran têk birin.

Li vê herêmê bombardûmaneke giran li gundê Mihsenliyê hate kirin û herî kêm 15 top li gund ketin.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê dema dawiyê zêde kirin.

LI ZIRGANÊ ZAROKEK BIRÎNDAR BÛ

Li gel êrişên li ser Minbicê, dagirkeran bombe li gundê Um Mihermelê yê li bakurê navçeya Zirganê barand. Di êrişê de Mihemed Yûsif ê 14 salî birîndar bû. Yûsif rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat a li Dirbêsiyê. Ji ber ku birîna wî giran bû sewqî Nexweşxaneya Sarya ya Hesekê hate kirin.

Dagirkeran serê sibehê li gel navenda Zirganê her wiha bombe li gundê Xidrawî û gundikên Bobî û El Bek barandin.

Bi hevdemî balafirên keşfê û balafirên biçek ên bêmirov li herêmê geriyan.

LI TIL TEMIRÊ BOMBE LI 8 GUNDAN HATIN BARANDIN

Serê sibehê 8 gundên Til Temirê, derdora baregeha Rûs û navenda elektrîkê ya Til Temirê hatin bombekirin.

Gundên ku hatine bombekirin wiha ne: El-Ebûş, Dirdara, Til Şenan, Qesir Toma Yelda, Til Cuma, El-Exêbiş, Tewîla.