Ji bo gerîla Hawar Qamişlo konê sersaxiyê hat vedan

Serdanên sersaxiyê ya ji bo gerîla Hawar Qamişlo (Menaf Elî Îsmaîl) ê di meha Gulanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, didomin.

Hawar Qamişlo (Menaf Elî Îsmaîl) 25’ê Gulanê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ên li dijî herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Girkê Legê û bi sedan kesên ji Dêrîk, Çilaxa û Til Koçerê serdena malbata Şehîd Hawar Qamişlo kirin.

Ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Qamişlo Cewahîr Osman di konê serxasiyê de axivî û wiha got: “Şehîd ji bo ronîkirina rêya şoreşa Kurdistanê tişta herî binirx feda kirin.”

Ji fermandarên Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) Mihî El-Dîn Xerkî jî destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk israra berxwedanê xurttir dike û ji bo şopandina rêya şehîdan bang li gelê herêmê kir.

Piştî axaftinan belgeya şehadetê ya Şehîd Hawar Qamişlo hat xwendîn û radestî malbatê hate kirin.