Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Ciwanên Rojavayî ji seferberiyê re amade ne

Ciwanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo xwedîderketina li berxwedana li qadên gerîla meşa dirêj lidar xistin, destnîşankirin ku PDK û dewleta Tirk wê li hemberî gerîla têk biçin, ew ê seferberiya çalakiyan dewam bikin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer li dijî êrişên dagirkeriyê û xiyaneta PDK'ê seferberiya berxwedanê ragihandin. Ciwanên li herêmên Firat û Cizîrê piştî ragihandina seferberiyê ji bo piştgiriyê bidin gerîla dest bi meşên dirêj kirin.

Ji beşdarên meşê Hebûn Mihemed û Mehmûd ên ji Kobanê û Hisên Begarî yê ji Minbicê ji ANF'ê re axivîn.

Hebûn Mihemed ê ji Kobanê diyar kir ku ji bo piştgiriya bi gerîla re û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan meşa dirêj lidar xistin û got, "Ji herêma Firatê ciwan bi coşeke mezin tevlî meşê bûn. Ez careke din bang li ciwanan dikim; em xwedî li berxwedana gerîla derkevin. Meşa me bi dawî bû lê belê çalakiyên me wê dewam bikin. Em ciwan ji bo seferberiyê amade ne."

Hisên Begarî yê ji Minbicê jî anî ziman ku wê heta dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna gerîla û got, "Em berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê silav dikin. Ji bo piştgiriya bi vê berxwedanê re em ê çalakiyên xwe dewam bikin. Dewleta Tirk û hevkarê wê malbata Barzanî wê li hemberî gerîla winda bikin."

Ciwanê bi navê Mehmûd ê ji Kobanê jî destnîşan kir ku ew heta dawiyê bi gerîla re ne û ji bo vê jî wê li qadan timî çalakiyan lidar bixin.