Gelo Serêkaniyê 'Herêma Ewle' ye?

Serêkaniyê, ku dewleta Tirk bi îdîaya 'Herêma Ewle' destûr ji DYE'yê wergirt û 9'ê Cotmeha 2019'an dagir kir, bûye hêlîna çeteyan. Bûye navendeke komkujî, talan û guhertina demografiyê.

Tirkiye dixwaze bi kûrahiya 32-40 kîlometreyî ji derveyî sînorê xwe yê fermî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Ji bilî Hesekê, tê wateya temamiya bajarên Rojavayê Kurdistanê. Tirkiye vê planê jî bi navê 'Herêma Ewle' pêşkêşî cîhanê dike.

Dewleta Tirk beriya êrişên 9'ê Cotmeha 2019'an ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî ev plan careke din bilêv kiribû û Tebaxa 2019'an di navbera Tirkiye û DYE'yê de peyameke dagirkeriyê bi navê 'Plana herêma ewle' hatibû îmzekirin. Dewleta Tirk di vê çarçoveyê de êriş bir ser Serêkaniyê ku bajarekî qedîm ê Kurdan e û bi dagirkirina vî bajarî re dixwaze guhertina demografiyê temam bike.

Serêkaniyê di dem Rêveberiya Xweser de ji aliyê Meclîsa Gel a Serêkaniyê ve dihate birêvebirin û ji bo gel û baweriyên Sûriyeyê bû bû cihekî ji jiyana azad, aştiyane û ewle. Lê belê piştî ku hate dagirkirin, di nava 2.5 salên dawî de 386 mirov lê hatin qetilkirin. Herî kêm ji sedî 85 ê nifûsa xwecihî hate koçberkirin û malbatên çeteyan li şûna wan hatin bicihkirin. Sûcên li dijî mirovahiyê yên li Serêkaniyê ya dagirkirî têne kirin, rastiya pênaseya 'Herêma ewle' ya dewleta Tirk radixe pêş çavan.

DI DEMA BAAS DE SERÊKANIYÊ

Serêkaniyê li rojavayê xwe Girê Spî, li rojhilat Dirbêsiyê û li başûrê xwe jî Til Temir hene. Li aliyê bakur jî li ser xeteke ji 100 kîlometreyî bajarê Serêkaniyê yê Bakurê Kurdistanê heye. Serêkaniyê di tevahiya dîrokê de bû bajarekî welê ku Kurd, Ereb, Suryanî, Çeçen, Tirkmen, Ermen û Kurdên Êzidî bi hev re lê dimînin. Li Serêkaniyê guhertina destpêkê ya demografîk di 24'ê Hezîrana 1974'an de ji aliyê desthilatdariya Baasê ve hate kirin. Baasê mîna ku li temamiya Rojava kir li Serêkaniyê jî projeya 'kembera Ereb' xiste dewrê û navên bajar û gundên Kurdan bi Erebî guhert. Erebên ji deverên cuda yên Sûriyeyê anî li bajêr bi cih kir, gundên nû ava kir û nifûsa Ereb zêde kir. Beşeke girîng a Xiristiyanên li bajêr beriya ku şerê navxweyî li Sûriyeyê destpê bike koçî bajarên Heleb û Latkiye yên Sûriyeyê yan jî Ewropayê kirin.

TIRKIYEYÊ ÇETEYÊN XWE BERDA NAVA BAJÊR

Di sala 2011'ê de beriya ku şerê navxweyî li Sûriyeyê destpê bike li bajêr Kurdên Misilman û Êzidî, Ereb, Çerkes û Tirkmen, her wiha Suryanî, Ermen û Asûrî jî hebûn. Piştî ku Tirkiyeyê di ser Serêkaniyê re derdora 50 çeteyên El Qaîdeyê di 8'ê Mijdara 2012'an de berda nava bajêr, koçberiyê careke din destpê kir. Çeteyên ku ji sînor ketin nava gundan, şêniyên herêmê neçar hiştin ku koçî Tirkiyeyê bike. Dewleta Tirk beriya êrişê amadekarî kiribû, ji bo bajêr vala bike li navçeya Serêkaniyê ya Bakurê Kurdistanê bajarekî ji konan ava kiribû.

Heta 5'ê Mijdara 2013'an ku ji aliyê YPG û YPJ'ê ve ji çeteyên El Qaîdeyê hate rizgarkirin, çeteyên dewleta Tirk 4 caran êrişên mezin birin ser bajêr. Dewleta Tirk ne tenê çete ji sînor derbas kir û piştgiriya lojîstîk û cebilxaneyê da. Di heman demê de bi êrişên bi tankan piştgirî da. Piştre careke din êrişên DAÎŞ'ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk li ser bajêr destpê kirin. Di salên 2014-2015'an de li ser gelek gundên Serêkaniyê êriş hatin kirin. Çeteyên DAÎŞ'ê bi rêya van êrişan gel qetil kirin, lê li berxwedana hêzên YPG û YPJ'ê rast hatin. Hêzên YPG û YPJ'ê dema ku hewl dan van êrişan bişikînin bi sedan şehîd dan. Hêzên YPG û YPJ'ê di pêvajoya Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo de ku Gulana 2015'an destpê kir, gundên herî dawî jî yên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn dagirkirin, rizgar kirin.

DI DEMA RÊVEBERIYA XWESER DE HERÊMA EWLE Û AZAD BÛ

Serêkaniyê piştî ku El Qaîde û DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, heta 9'ê Cotmeha 2019'an ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin, di nava şert û mercên giran jî de be sîstema xwe ji nû ve bi rêxistin kir. Di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê de ku sala 2014'an hate ragihandin, Meclîsa Gel a Serêkaniyê bi erka rêvebirina bajêr rabû. Gel û baweriyên li Serêkaniyê di nava vê meclîsê de hatin temsîlkirin.  Ji aliyê çandiniyê ve gavêng irîng avêt û li bajêr akademiyeke tenduristiyê hate avakirin. Êrişên dewleta Tirk ên ji ser sînor ti carî neqediya. Ji ber van êrişan carna mirovan jiyana xwe ji dest dan. Lê belê tevî êrişên dewleta Tirk jî Serêkaniyê bajarekî ewle û azad bû. Ji ber vê ewlehî û aramiyê jî mirovên koçberbûyî li warê xwe vedigeriyan.

NE 'HERÊMA EWLE YE' LÊ BÛYE NAVENDA KOMKUJÎ Û TALANÊ

Tirkiyeyê di çarçoveya peymana Tebaxa 2019'an a bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re kir, ragihand ku wan li ser plana 'Herêma Ewle' li hev kirine û 9'ê Cotmeha 2019'an dest bi êrişa dagirkirina Serêkaniyê kir. Êriş bi esasî li hemberî jiyana ewle, aram, biratî û azadiyê bû. Serêkaniyê kirina navendeke komkujiyê û êşkencexaneyê.

Li gorî agahiyên ji Komîteya Koçê ya Serêkaniyê hatine wergirtin, ji 9'ê Cotmeha 2019'an heta dawiya sala 2021'ê li Serêkaniyê 48 jê jin, 12 jê zarok herî kêm 386 sivîl hatin qetilkirin. 48 kes bi êşkenceyê hatin qetilkirin, 11 kes li meydanê hatin înfazkirin. Dewleta Tirk di dema êrişa dagirkeriyê de çeka fosfor a spî bi kar anî ku yek ji çekên kîmyewî ye. Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê ragihand ku di êrişa kîmyewî de bedena 33 kesan şewitî ye, 23 ji wan sivîl 10 jî şervanên QSD'ê ne.

Her wiha hate bi belgekirin ku di vê demê de êşkence li 232 kesan hate kirin. Ji 152 kesên hatin revandin hîn jî agahî nayê girtin. Hezar û 200 dikan û kargeh, 5 hezar û 500 xaniyên şêniyên Serêkaniyê hatin desteserkirin.

DEMOGRAFIYA BAJÊR GUHERTIN

Bi dagirkeriya dewleta Tirk re ji sedî 85-88 nifûsa xwecihî ya bajêr neçar ma koç bike. Ji 140 gundên Serêkaniyê 55 gundên ku piraniya şêniyên wan Kurd e bi temamî hatin valakirin. Ji van gundan Xirbet Cumo, Dawudiyê, Eyn Îsa bi asta ji sedî 80-90 hatin xerakirin û biryargehên dewleta Tirk lê hatin çêkirin. Her wiha çeteyên 'Artêşa Azad' li gundên Êzidiyan di bin navê 'lêgerîna li xezîneyê' gorên Êzidiyan vekirin û mirî ji gorê derxistin.

BÛ NAVENDA JINÛVE BIRÊXISTINKIRINA DAÎŞ'Ê

Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên li Girê Spî, Serêkaniyê, gundên wê hate meşandin li gundê Til Mecdel û Serêkaniyê hate destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de Mebrûka, Silûk û Girê Spî ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin û bi kantonên Cizîr û Kobanê re kirin yek. Wê demê Mebrûka ya ser bi Serêkaniyê ve mîna biryargeheke navendî bû û ji Tirkiyeyê piştgirî werdigirt. YPG û YPJ'ê bi dayina berdêlên giran ev biryargeha DAÎŞ'ê hilweşand. Dewleta Tirk piştî ku li ser bingeha plana 'Herêma Ewle' ya bi DYE'yê re, Serêkaniyê dagir kir, DAÎŞ ji nû ve xiste nava bajêr. Serêkaniyê careke din bû ew navend ku DAÎŞ û terora DAÎŞ'ê xwe ji nû ve lê bi rêxistin dike.

Li gorî daneyên Komîteya Koç a Serêkaniyê û Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê ji destpêka êrişa dagirkeriyê ya li ser Serêkaniyê û vir ve herî kêm 2 hezar malbatên çeteyan li Serêkaniyê hatin bicihkirin, hate tespîtkirin ku herî kêm 55 ji wan malbat û zarokên DAÎŞ'î yên ji Iraqê ne. Her wiha tevî Tumena Sûltan Mûrat, Tûgayên Hamza, Ahrar El Şarqiye gelek çeteyên berê yên DAÎŞ'ê li herêmê hatine bicihkirin.

ALA DAÎŞ'Ê HATE HILDAN, ÊRIŞA LI SER HESEKÊ HATE PLANKIRIN

Bûyera herî şênber a ku nîşan dide ku Serêkaniyê bûye yek ji qadên jinûve birêxistinkirina DAÎŞ'ê, di 25'ê Cotmeha 2020'î de qewimî. Li ser sorkirina Erdogan, ji bo şermezarkirina Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron li qada Coze ya Serêkaniyê, komên çekdar li dijî Fransayê dirûşm qîriyan, ala Fransayê şewitandin. Di van xwepêşandanan de alên DAÎŞ'ê hatin hildan û dirûşm hatin qîrîn. Walîtiya Rihayê jî piştrast kir ku ala DAÎŞ'ê hatiye hildan.

DAÎŞ'ê di 20'ê Çileya 2022'an de êriş bir ser Girtîgeha Sîneayê ku 5 hezar çeteyên DAÎŞ'ê lê girtî bûn. Ji serçeteyên DAÎŞ'ê Ebdûllah Îsmaîl Ehmed ê ku ji êrişê berpirsyar tê dîtin, mikur hat bê dewleta Tirk Serêkaniyê çawa kiriye navendeke DAÎŞ'ê. Ebdûllah Îsmaîl Ehmed di 20'ê Gulana 2022'an de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û anî ziman ku yê fermana êrişê û çek dane MÎT e. Îsmaîl Ehmed ragihand ku 'waliyê' bi navê Ebdûlezîzî yê ku operasyonên DAÎŞ'ê yên li herêma Hesekê bi rê ve dibe, li Serêkaniyê û Girê Spî dimîne, li vê derê bi MÎT'ê re diaxive û mikur hat ku wê DAÎŞ'iyan ji girtîgehê birevanda û derbasî Serêkaniyê û Girê Spî bikira.