Meşa Dirêj a ji Qamişlo heta Dêrikê dewam dike

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jin ên Ciwan, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re, sê roj in dimeşin.

Tevgerên ciwanan bi dirûşma "Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin şerê azadiyê" meşeke dirêj a ji bo sê rojan bi rêxistin kirin.

Meşa ku 30'ê Gulanê li qada Osman Sebrî ya li navenda Qamişloyê destpê kir, di roja sêyemîn de li navçeya Girkê Legê ya li Kantona Qamişloyê dewam dike.

Ciwanan serê sibehê jinûve dest bi meşê kirin û dixwazin di nava rojê de bigihêjin Dêrikê. Bi vî rengî wê di nava sê rojan de 90 kîlometreyî meşiya bin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jin ên Ciwan, sazî û rêxistinan tevlî meşê bûne.