Dagirkeran rojavayê Rojava ji xwe re kiriye armanc

Dewleta Tirk, Til Rifet, Girê Spî, Rêya M4 û gundên li rojavayê bajêr û Eyn Îsayê bombebaran dike.

 

Dewleta Tirk bi artêşa ku ji çeteyên mîna DAIŞ û El Qaîdeyê berhev kirine ava kiriye, navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê bombebaran dike.

Heman dagirker navçeya Girê Spî, rêya M4 û gundên li rojavayê Girê Spî bombebaran dike. Heta bi niha nêzîkê 200 top û fuze li herêmê ketine, di bombebarana li ser navenda bajarê Eyn Îsayê de cih û warê sivîlan ji xwe re dike hedef.

Di der barê biwarê xesarê de têr agahî nehatine bidestxistin. Bombebarana li ser herêman berdewam e.

QSD: TU TÊKILIYA ME BI BOMBEBARANA LI SER GIRÊ SPÎ NÎN E

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê di der barê êrîşên li ser nuqteyên çeteyan ên li Girê Spî yên nediyar de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Malperên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, agahiyên ne rast ên bi îdiaya ku hêzên me bi fuzeyan Girê Spî ya di bin destên dagirkeriyê de ji xwe re kiriye hedef, diweşîne. Çavkaniyên herêmî jî dibêjin ku navenda bajêr bi balafireke bêmirov a nasname nediyar ve hedef hatiye girtin.“