ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo û kongreya 12’emîn a PKK’ê wê bêne şopandin.
Şehîd Zîlan ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê çalakiya fedaî kir, wê di salvegera 29’an de bê bîranîn.
Gerîlayên HPG û YJA Starê şehîd Zîlan bi bîr anîn û gotin, “Fêhmkirina Rêber Apo, fêhmkirina Zîlan mifteya pêvajoya nû ye.”
Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo nameya ku Zîlan ji Rêber Apo re nivîsî, klîbek amade kirin.
Nayîf Şemo, diyar kir ku madeya 140 a Destûra Iraqê ji bo armancên siyasî dîsa hatiye rojevê û destnîşan kir ku PDK’ê û Heşda Şeebî dixwazin li Şengalê li ser gelê Êzidî serdestî bi dest bixin.
Sekreterê Giştî yê FLC CGIL’ê Do Conca anî ziman ku bandora banga Rêber Apo bi herêmekê sînorkirî nîne û got, “Fesixkirina PKK’ê dawî nîne, destpêkeke nû ye. Ocalan û PKK sînoran derbas dikin û çareseriyekê pêşkêşî krîza demokrasiyê ya li cîhanê dikin.”
Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Ji Zanîngeha Jawaharhal Nehru Anuradha Jangra anî ziman ku polîtîkayên avê yên Tirkiye û Îranê bandorê li Kurdistana Federe û Iraqê dike.