Şehîd Mihemed El Sayil li Tirbespiyê hate veşartin

Bi sedan kesan Şehîd Mihemed Ferec El Sayil li Goristina Şehîd Dilşêr a Tirbespiyê veşart.

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê ji serê sibê ve berê xwe dan Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugirê yê navçeya Tirbespiyê û tev li meresima veşartinê ya Şehîd Mihemed El Sayil bûn. Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed El Sayil 28’ê Gulanê li ser erka xwe şehîd bû.

‘LI HEMBER DIJMINÊN MIROVAHIYÊ ÇEK RAKIR’

Li goristanê Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Herêma Cizîrê Hisên El Elî axivî û got: “Şehîd Mihemed li hember dijminên mirovahiyê çek rakir û li hember siyasetên dijberî vîna gelên herêmê li ber xwe da.”

Elî diyar kir ku hevgirtina gelên herêmê, siyasetên li dijî nasnameya pêkhate û hebûna wê têk birin.

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihemed Zêdan jî axivî û diyar kir ku hêzên leşkerî yên herêmê ji destpêka şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember terorê li ber xwe da û DAIŞ tune kir û bi saya fedakariyên şehîdan, herêm bû cihê aştî û aramiyê.

Piştre belgeya şehadetê ya Şehîd Mihemed Ferec El Sayil hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di meresimê de apê şehîd, Îbrahîm El Sayil jî axivî û soza dewam kirina li rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da. Piştre cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan hat veşartin.