QSD: Êrişa li ser Minbicê hate têkbirin, 2 dagirker hatin kuştin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku bersiv ji êrişa dagirkeriyê ya li ser bakurê Minbicê re hate dayin û di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, ku hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê sê hewldanên dagirkeriyê yên serê sibehê li bakurê Minbicê hate kirin, têk birin.

QSD'ê diyar kir ku piştî bombekirina gundan, çeteyan hewl dan bikevin nava herêmê û ragihand ku dewleta Tirk ji bo dest bi êrişeke nû ya dagirkeriyê bike hewldanên bi vî rengî zêde kiriye. Hate ragihandin ku şervanên Meclîsa Leşkerî 2 çete kuştine.

QSD'ê got, "Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên leheng dijmin neçarî vekişînê kirin û rê li ber pêkanîna operasyonên din girtin."