Rûspiyan li dijî êrişên dagirkeriyê banga yekîtiyê kirin

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga yekîtiyê kir.

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî gefên êrişê yên dewleta Tirk û guhertina demografiya herêmên dagirkirî daxuyanî da.

Endamê Desteya Rûspiyan Mistefa El-Yûsifî li pêşiya navenda desteyê ya li Qamişloyê bi beşdariya bi dehan rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, di demekê de ku li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê hewldanên ji bo çareseriya aştiyane têne kirin, gefa dagirkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku gefên dewleta Tirk temamiya Sûriyeyê dike armanc û hate gotin, "Em rûspî û şêxên eşîran ji hemû bakurê Sûriyeyê û pêkhateyên din ku ji beriya hezaran sal bi hev re dijîn, divê yekitiya me têk neçe û aştî û ewlehiya me nekeve xetereyê."

Di daxuyaniyê de hate gotin: "'Herêmên ewle' yên Enqere û Erogan behsê dike, li ser Ereb, Kurd, Suryan û Êzidiyan xeter e. Piştî ku gel were koçberkirin û çeteyên tundraw li şûna wan bên bicihkirin, wê herêmên din ên Sûriyeyê, Iraqê û welatên herêmê bên dagirkirin. Armanca sereke nixumandina hêzên terorîst e û xistina wan di xizmeta ajandeyên Tirkiyeyê de ye. Ev gav di heman demê de li ser hêzên QSD'ê sembola têkoşîna li dijî terorê û li dijî hêzên cîhanî yên şerê terorê kirine, gefek e."

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên aştiyane û demokratîk ên cîhanê û hemû pêkhateyan kir ku bibin yek û li hemberî dagirker û talankeran bibin bend û got: "Bidawîkirina hemû timayan, girêdayî îradeya me ya azad, berpirsiyariya me û têgihîştina me ye."

Her wiha bang li hikumeta Şamê hate kirin ku bi Meclisa Sûriyeya Demokratîk re diyalogê bike da ku aloziya Sûriyeyê li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254 çareser bibe.