Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Dewleta Tirk êrişên xwe zêde kiriye

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde bûne û bi şev herî kêm 120 top û hawan li gundan ketine.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyeke nû da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Erîma, gundên Korhorîk, Boxaz, Kawiklî û Qurtwêran û Seyade topbaran kirin. Çeteyan ji baregeha xwe ya li Şêx Nasir û Şiwêhe ya li rojavayê Minbicê ew herêm hedef girtin.

Topbaran şeva berê ji saet 11:30’an heta bi saet 5:00’an berbanga îro berdewam kirin. Ji duh ve heta berbanga îro 120 top û hawan li wan gundên navborî ketin. Girêdayî mijarê, saet 01:22’yan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um Edesê bi çekên navîn û giran topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca ku derbê li îstîqrar û ewlehiya li herêmên Minbicê bidin, êrişên xwe zêde kirine.”