QSD’ê nasnameya şervanê li Dêrazorê şehîd bû aşkere kir

Navenda Ragihandina QSD’ê nasnameya şervanê li Dêrazorê şehîd bû aşkere kir û got: “Em Şehîd Mûnzir Xelef bibîrtînin û ji malbata şehîd û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe yê ku li Dêrazorê di 28’ê Gulanê de şehîd bû, aşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hêzên me (QSD), li hember êrîşên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst, hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radiweste.

Rêxistina terorîst texmîn kir ku bi êrîşên li ser girtîgeha Sîna ya li taxa Xiwêran a Hesekê wê xîlafeta xwe vegerîne. Ew yek jî bi piştgiriya aşkere ya dewleta Tirk a dagirker bû. Lê têkbirina êrîşa DAIŞ’ê û girtina hemû kesên ji girtîgehê revîne, ji aliyê hêzên me ve xewnên rêxistina terorîst û piştevanên wan badilhewa bûn.  Hevalê Munzir Xelef beşdarî gelek şerên li dijî DAIŞ'ê bû û li hember êrîşên wan ên hovane berxwedanekî mezin raber kir. Rojekê jî ji şerê sing bi sing li hember dijmin dudilî nebû. Şervanekî bi sebir, xwedî exlaq bû.

Em şehîd Mûnzir Xelef bi bîr tînin û sersaxî ji malbata şehîd û gel re dixwazin. Her wiha soza şopandina rêya wan heta ku armanc û hêviyên wan pêk bînin, didin

Nasnemeya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Mûnzir Xelef

Navê dê: Sureya

Navê bav: Casim

Cihê ji dayikbûnê: Tirbespiyê

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 28'ê Gulana 2022'an"