Cenazeyê şervanê QSD’ê Ceger Hesekê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ceger Hesekê li gundê Berkevir ê girêdayî Dirbêsiyê hat veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ceger Hesekê li gundê Berkevir ê girêdayî Dirbêsiyê hat veşartin.
Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ceger Hesekê yê di 28’ê Hezîranê de li Hesekê dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Pakrewangeha Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevir ê Dirbêsiyê bi merasîmekê hat veşartin. Endamên saziyên sivîl, meclîsên xwecihî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tevgerên jinan, ciwanan û bi sedan şêniyên Kantona Cizîrê tevlî merasîmê bûn.
Merasîm bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Xalid Yûsif axivî û got ew ê rêya şehîdan a pêkanîna serkeftinê bişopînin.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Hisên Selmo li ser têkoşîna şehîd ji dema tevlêbûna li nava QSD’ê di destpêka aloziya Sûriyeyê de, tevlêbûna li tevahî pêngavên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de axivî. Selmo got: "Şehîd Ceger ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve xwe spart fikra azadiyê û heta nefesa dawiyê di oxira doza gelê xwe de tê koşiya."
Selmo soza şopandina rêya şehîdan, şopandina fikir û felsefeya Rêber Apo nû kir.
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.