ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Kobaniyan cenazeyên şehîdên xwe bi tilîlî û dirûşmeyan veşartin
Bi sedan şêniyên Kobanê ji bo veşartina şehîdên xwe berê xwe dan Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê. Her wiha Meclîsa Malbatê Şehîdan a herêma Firatê şehîd Arîn Kobanê ya ku li Zapê şehîd bû bibîr anî. -
Li Til Koçerê êrîşeke çekdarî pêk hat: 3 şervan şehîd bûn
Hat ragihandin ku li navçeya Til Koçer a girêdayî Qamişloyê 2 kesên bi motosîkletê êrîşeke çekdarî pêk anîn. Di encama êrîşê de 3 şervan şehîd bûn. -
QSD: Serçeteyek berê yê DAÎŞ’î hate girtin
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Hesekê di operasyoneke ya di çarçoveya operasyonên girtin û serdegirtina şaneyên çalak û veşartî yên DAÎŞ’ê tên kirin pêk anî de û di encamê de serçeteyekî berê yê DAÎŞ’î girtine. -
Dewleta Tirk li Efrînê 3 kesên din revandin
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê 3 kes revandin û birin cihekî ne diyar. -
Ciwanên Kobanê bi pêşbirka sporê şa bûn
Li Kobanê pêşbirka ji lîstikên cihêreng hate lidarxistin. Ciwanên Kobanê bi pêşbirka sporê şa bûn. -
HTŞ-El Nûsra li Efrîn û rojavayê Firatê hatin bicihkirin
HTŞ ku 18'ê Hezîranê ji du baskan ve kete Efrînê, her wiha kete nava Cerablûs û Babê, ji ti cihî derneketiye. HTŞ êdî bi destûra dewleta Tirk bi navê Ahrar Şam li herêmên dagirkirî yên li rojavayê Firatê bi cih bûye. -
Şehîdên Komkujiya Kobanê li ser gorên xwe hatin bîranîn
Şehîdên Komkujiya Kobanê ku 25’ê Hezîranê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû kirin, li ser gorên xwe hatin bîranîn. -
Dewleta Tirk di nava hefteyekê de li Efrînê 7 kes revand
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê di nava hefteteyekê de 7 kesan revand. -
PYD’ê Şehîdên Kobaniyê bi bîr anîn: Em ê heyfa şehîdên xwe hilînin
PYD’ê şehîdên Komkujiya Kobaniyê bi bîr anîn û got: ‘’Em ê heyfa hemû şehîdên xwe yên di vê êrîşa bi hovîtî ya bi hevkariya xiyanetê ya bi dewleta Tirk re de şehîd bûn hilînin.’ -
Şervanên QSD'ê: Em ê heta bi rizgarkirina cihên dagirkirî têbikoşin
Dewleta Tirk a dagirker hîn zêdetir gefên dagirkeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe, lê şervanên QSD’ê weke helwesta li hemberî dagirker gotin; “Em ê heta dawiyê têbikoşin û dewleta Tirk a dagirker tune bikin.” -
Li Derezorê serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin
Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Taybet ên QSD`ê bi destekdayîna Koalîsyona Navneteweyî li nêzî bajarokê El-Bisêra yê li rojhilatê Dêrazorê operasyonek li dar xist û çeteyekî DAÎŞ’ê girt. -
Dagirkeran Efrîn û Şehba bombe kirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Kiştea ya Kantona Şehbayê û Balefirgeha Minixê bi çekên giran bombe kirin. -
Eşîra Fatimî: PKK bi ser bikeve em ê jî bi ser bikevin
Şêxê Eşîra Fatimî got: “Armanca dewleta Tirk dagirkerî ye. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawîn li gel gerîla bin. PKK bi ser bikeve em ê jî bi ser bikevin. -
'Dewleta Tirk di şexsê gelê Kobanê de êrîşî tevahiya Kurdan kir'
Şahidên komkujiya Kobanê ya beriya 7 salan qala wê demê kirin û gotin, "Dewleta Tirk û çeteyên wê bi vê komkujiyê re xwestin gelê Kobanê tune bike." -
TEV-DEM: Emê li gorî şerê gel ê şoreşgerî bibin mertalên xurt
Sazî û rêxistinên civaka sivîl ên herêma Cizîrê yên girêdayî TEV-DEM’ê di çalakiya lidarxistinî de diyarkirin ku ewê li hemberî her cure êrîşên dewleta Tirk di çarçoveya şerê gelê ê şoreşgerî de bibin metalên xurt. -
Li Kobanê û Silêmaniyê ji bo Şehîd Şiblî konê sersaxiyê hat danîn – HATE NÛKIRIN
Ji bo Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şiblî li Kobanê û Silêmaniyê konê sersaxiyê hat danîn. -
Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe eşkere kir, ku di 20'ê Hezîranê de li Tebqayê şehîd bû. Sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin. -
Rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefên dewleta Tirk şermezar kirin
Rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku ew gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û ew ê berpirsyariya xwe ji bo gelê xwe pêk bînin. -
Xelkê Kobanê bi meşeke girseyî Komkujiya Helincê şermezar kir
Şêniyên Kobanê ji bo şermezarkirina qirkirina jinê û komkujiya li Helincê bi rengekî girseyî meşiyan. -
Her sê jinên şoreşger li Kobanê hatin bibîranîn
Jinên şoreşger Amîne Weysî, Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl yên beriya du salan di encama bombebarana dewleta Tirk de şehîd bûn, li Kobanê hatin bibîranîn. -
HPC: Em ê li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî li ber xwe bidin
Endamên HPC’ê yên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku ew ê li ser bingehê Şerê Gel ê Şoreşgerî ku wê bi rêxistin bikin, li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin. -
Rewşenbîr û rêxistinên Ereban li hemberî êrîşan bang li civaka Ereban kir
165 rewşenbîr û rêxistinên sivîl ên Ereb bang li dewlet û civaka Ereb kirin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsyariya xwe bi cih bînin. -
Bi hezaran kes çûn serdana malbata Şehîd Ferhad Şiblî
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes, çûn serdana sersaxiyê ya malbata Şehîd Ferhad Şiblî. -
Jinên herêma Firatê: Bi berxwedana rihê YJA Starê wê dagirkerî têk biçe
Jinên ciwan û jinên herêma Firatê ji bo silavkirina berxwedana li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ku bi pêşengiya YJA Starê tê kirin got “Wê dagirkerî li hemberî îradeya jinê têk biçe.” -
Aldar Xelîl: Di helwesta rejîmê de hin guhertin hene
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl anî ziman ku di helwesta rejîma Sûriyeyê de vê carê hin işaretên erênî hene û got, "Tê dîtin ku li hemberî dagirkeriyê xwedî helwestekê ne. Wê hin gavên erênî bêne avêtin."