Eşîra Fatimî: PKK bi ser bikeve em ê jî bi ser bikevin

Şêxê Eşîra Fatimî got: “Armanca dewleta Tirk dagirkerî ye. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawîn li gel gerîla bin. PKK bi ser bikeve em ê jî bi ser bikevin.

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê yên li ser Kurdistanê zêde dibin. Eşîra Fatimî ku li Rojava bi hezaran endamên xwe hene, hevkarî û êrîşên ji bo tunekirina Kurdan pêk tên şermezar kir.

Şêxê Eşîra Fatimî Hecî Abdullah diyar kir ku bi hinceta ‘Herêma Ewlehiyê’ 12 sal in rastî êrîşên dewleta Tirk tên û got: “Dixwazin împaratoriya Osmanî carek din vegerînin. Nêzî 12 sal in êrîşan dikin. Gel neçar dikin ku bênavber koç bikin. Bênavber behsa ‘Herêma Ewle’ dikin. Armanca wan ne ‘Herêma Ewle’ ye, armanca wan dagirkerî ye.

‘DIVÊ EM HEMÛ BIBIN YEK Û DAGIRKERIYÊ ASTENG BIKIN’

Hecî Abdullah destnîşan kir konsepta dagirkerî û îmhayê li her aliyên Kurdistanê tê birêvebirin û wiha got: “Bila Rojava be, Başûr, Bakur, Rojhilat be, em hemû yek in. Divê em her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û pêşiya vê dagirkeriyê bigirin. Ji yek ji me dilopek xwîn were, wê ji me hemûya were. Ji bo vê yekê divê em hemû piştgiriya hev bikin. Li ser cîranê me Şengalê jî êrîş hene. Ew jî xwişk û birayên me ne. Em keyfxweş dibin dema ku ew jî li dijî êrîşan bi yek dilî disekinin.”

‘KURD JI HEVKARAN RE BI HÊRS IN’

Abdullah bal kişand ku PDK’ê bi hevkariya bi dewleta Tirk re û bi wênegirtina li gel dijminên Kurdan, Kurd bi hêrs kirine û got: “Dema ku li gel êrîşên dagirkeriyê xiyanet derdikeve holê, em xemgîn dibin û bi hêrs dibin. Ev ne tiştek baş e. Dema ku me wêneyên Barzanî bi Erdogan û bi kesên din re dît, em bi hêrs bûn. Divê wiha çênebûbûya.”

Abdullah ragihand ku ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd derfet heye û wiha pêde çû: “Ji bo ku Kurd bibin yek, li pêşiya me derfet heye. Divê tu kes destê xwe dirêjî dijminê me Kurdan neke. Ew dijminên Kurdan e û dixwazin me tune bikin. Ne tenê Kurd jî, hemû pêkhateyên gelan dibin hedef. Em bi Kurd, Ereb, Tirkmen û Ermeniyên em bi hev re dijîn.”

‘DIVÊ GELÊ ME PIŞTGIRIYA GERÎLA BIKE’

Abdullah da zanîn ku wê li dijî êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wan li ber xwe bidin û di dawiya axaftina xwe de wiha axivî: “Em ê dagirkeriya li dijî me û xaka me tu carî qebûl nekin. Divê gelê me jî piştgiriyê bide gerîla û şervanên azadiyê yên li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Heta ku dilopek xwîna me ya dawîn mabe, em ê li gel gerîla bin. PKK bi ser bikeve, em ê jî bi ser bikevin.”