'Dewleta Tirk di şexsê gelê Kobanê de êrîşî tevahiya Kurdan kir'

Şahidên komkujiya Kobanê ya beriya 7 salan qala wê demê kirin û gotin, "Dewleta Tirk û çeteyên wê bi vê komkujiyê re xwestin gelê Kobanê tune bike."

7 sal li ser komkujiya bajarê Kobanê re derbas bû, ku di encama êrîşa 25’ê Hezîrana 2015’an de nêzî 233 kes şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn. Di sala 2015’an de komek ҫekdarên rûgirtî, çeteyên DAÎŞ'ê di rêya Tirkiyeyê re êrîşî bajarê Kobanê kirin. Piraniya qurbaniyên vê êrişê jî jin, kal û zarok bûn. Şervanên YPG/YPJ’ê bi berxwedana xwe ya bi mînak Kobanê ji çeteyan paqij kirin.


'DI ŞEXSÊ GELÊ KOBANÊ DE TEVAHÎ KURD KIRIBÛN HEDEF'
Yek ji şahidên komkujiya Kobanê Elî Xelê ye û dibêje ew komkujî birînek mezin di dilê wan de vekiriye. Xelê diyar kir ku di berbanga sibehê de bi dengê guleyan ew ji xew rabûne û wiha axivî, "Me digot qey şahiya rizgarkirina Sirînê ye, lê piştre  me dît çeteyên DAÎŞ'ê ketine nava bajêr. Mihemed Hecî li ba min bû, gule reşandin me, ew şehîd ket. Ez jî birîndar bûm ji her du lingên xwe û ji milê xwe. Cîranê min yê bi navê Ehmed xwe gihand hewara min, hewl da min bigihîne nexweşxaneyê, lê çeteyan hawirdora me dorpêç kiribûn."

Xelê anî ziman ku wan piştî korîdorek dîtine ku xwe rizgar bikin û wiha dewam kir, "Dewleta Tirk û çeteyên wê bi vê komkujiyê xwestin gelê Kobanê tune bikin. Di şexsê gelê Kobanê de tevahî gelê Kurd kiribûn hedefa xwe."


Wehîde Şêx Nebî ku di komkujiya Kobanê de bavê wê û zarokê wê şehîd bû wiha qala roja komkujiyê kir, "Bavê min ji bo fitra rojiyê berhev bike hatibû mala me, westiyabû. Wê bêhna xwe vedaba. Dengê guleyan her ku çû zêde dibû. Min ji bavê xwe pirsî ka li derve çi diqewime, wî jî li gorî texmîna xwe got bawer im şahiya rizgarkirinê ye. Piştre dengê teqîneke mezin hat bihîstin, hevjîn û bavê min derketin derve. Min pitikê xwe yê di dergûşê de girt hembêza xwe û ez jî li pey wan derketim. Me fêm nekir, birayê hevjînê min û hevjîna wî hatin qetilkirin. Çeteyan hatin li derî dan, me derxistin ber derî û gule li me reşandin, li wir bavê min û kurê min şehîd ket."