Bi hezaran kes çûn serdana malbata Şehîd Ferhad Şiblî

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes, çûn serdana sersaxiyê ya malbata Şehîd Ferhad Şiblî.

Dewleta Tirk a dagirker 17`ê Hezîranê li herêma Kelarê ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, bi balafirên bêmirov a biçek erebeyek kir armanc, di encamê de Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şiblî û 3 kesên din şehîd bûn.

Îro bi hezaran şêniyên Kantona Qamişlo, nûnerên partiyên siyasî yên Kurd, Ereb û Suryan, nûnerên Rêveberiya Xweser, MSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rûspiyên eşîran, Meclîsên Malbatên Şehîdan û saziyên Civaka Sivîl li stada Kornêş a navçeya Dêrikê kom bûn û sersaxî dan malbata şehîd Ferhad. Stad bi wêneyên şehîd Ferhad Şiblî û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer di meresima sersaxiyê de axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Şehîd Ferhad di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rolekî diyarker lîst û bi şehadeta xwe êşeke mezin kir dilê me tevan."

Koçer diyar kir ku ev êrîş û girtina hedef a hevrêyê wan, bi armanca qirkirina gelê Kurd e ji ber ku dewleta Tirk a faşîst eşkere dibêje: "Em ê bi hedefgirtina fermandarên we gelê Kurd qir bikin."

Hesen Koçer bal kişand ser armancên bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û wiha bi axavtina xwe de çû: "Dewleta Tirk a dagirker hewil dide bi êrîş û siyaseta xwe Kurdan qir bike, lê belê faşîzma Tirk nikare doza Kurdî tune bike, ji ber ku Kurd ne wek berê ne. Niha Kurd xwedî vîn û hêz in û projeya neteweya demokratîk li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn re bûye nimûne."

Koçer îşaret bi siyaseta guhartina demografiyê ya li herêmên dagirkirî jî kir û ev tişt anîn ziman: "Dewleta Tirk a dagirker bi hincetên bêbingeh siyaset û zimanê Tirkî li herêmên dagirkirî ferz dike. Niha jî hewil dide xeta sînor ji Dêrikê heta bi Kobanê dagir bike. Her wiha bi hemû rêbazên xwe hewil dide herêmê ji niştecihên wê vala bike.”

Hesen Koçer anî ziman ku ji bo têkbirina plan û komployên dewleta Tirk a dagirker, ew ê xeta berxwedan û têkoşînê bidomînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di felsefeya me de radestbûn tu nîn e û tu hêz nikare vîn û felsefeya me têk bibe."

Piştre Hevserokê Meclîsa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm axivî û got: "Şehîd Ferhad li gel ku lingekî xwe winda kiribû, ji bo azadiya gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nesekinî û bênavber kar û xebat kir."

Ebdurehîm da zanîn ku hedefgirtina şehîd Diyar û şehîd Ferhad li Başûrê Kurdistanê, hevkariya PDK`ê ya bi dagirkeriya Tirk re nîşan dide. Ebdurehîm bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hemberî hedefgirtina şehîd Ferhad Şiblî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir.

Li ser navê Kantona Qamişlo jî Fatima Tahir wiha axivî: "Şehîd Ferhad xwedî hemû taybetmendiyên baş û qenc bû, ji bo doza gelê xwe têkoşiya û ji aliyê desthilata Sûriyeyê ve hate destgîrkirin, lê dîsa jî ji ber ku baweriya wî bi doza gelê wî hebû, bê navber li têkoşîna xwe dewam kir."

Fatima anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker kesayetên niştimanperwer û şoreşgeran dike armanc, da ku vîna gelê ku ji bo doz û azadiya xwe têdikoşe, bişikîne.

Li ser navê Meclîsa Eşîran jî şêx Sînan Seydoş got: “Şehadeta heval Ferhad Şiblî ji bo her çar parçeyên Kurdistanê windahiyeke mezin bû. Şehîdan ji bo azadiyê canê xwe da û îro ji her kesî tê xwestin ku bidin ser şopa wan.”

Şêx Sînan di dawiyê de banga dewamkirina li xeta têkoşînê kir da ku planên qirkirinê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pûç bibin.

Dayika şehîd Ferhad Şêrîn Omer axivî û silav li hemû mêvanan kir. Yadê Şêrîn got: ‘’Şehîd Ferhad kurê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û ez ê li ser şopa kurê xwe bim.’’

Yadê Şêrîn diyar kir ku şehîd Ferhad soza ku dabû şehîdan bi cih anî.

Di dawiyê de nasnameya şehîd Ferhad Şiblî hate xwendin û bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.