Dewleta Tirk di nava hefteyekê de li Efrînê 7 kes revand

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê di nava hefteteyekê de 7 kesan revand.

Li gorî çavkaniyên Şêrewayê çeteyên bi navê “Polîsên Leşkerî” Xelîl Ebdo Mihemed (32) û Mehmûd Hisen Şêxo ên ji gundê Basût yê li Kantona Efrînê revandin û naye zanîn bê ka ev kes birine ku derê.

Çavkaniyên Mabeta û Cindirisê jî ragihandin ku çeteyên bi navê “Polîsên Sivîl” ji gundê Korayê kesên bi navê Ebdulezîz Betal, Elî Ebdo Ziyad û Cûma Ehmed Elî û ji gundê Şexûtka kesê Ehmed Henan Reşo ku  bi navê ‘Ebdo Delîl’ tê naskirin revandin.

Her wiha hate ragihandin ku çeteyên “Cebhe El-Şamiyê” kesekî berastengdar  ê bi navê Cîhad ji gundê Dîkmeaşê yê navçeya Şera ya Kantona Efrînê ku ji bo dermankirinê çûbû Ezazê revandine.