Jinên herêma Firatê: Bi berxwedana rihê YJA Starê wê dagirkerî têk biçe

Jinên ciwan û jinên herêma Firatê ji bo silavkirina berxwedana li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ku bi pêşengiya YJA Starê tê kirin got “Wê dagirkerî li hemberî îradeya jinê têk biçe.”

Berxwedaniya gerîla û bi taybet berxwedaniya YJA-Starê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê ya ku ji 17 Nîsanê de hîna jî didome. Dewleta Tirk ya dagirker her tim li hemberî îradeya jinê û berxwedaniya gerîla têk diçe. Dewleta Tirk ji têkoşîn û îradeya YJA Starê ditirse û ji ber vê jî berxwedaniya jinê dike hedef.  Dewleta Tirk û hevkarên wê dixwazin fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji holê rakin.

Rêveberiya Jinên Ciwan ya Herêma Firatê Firyal Temî ji bo silavkirina berxwedaniya YJA-Star û têkoşîna wê got "Armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya malbata Barzanî ew e ku dixwaze fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên li ser fikra Rêbertî ji holê rakin. Ev êrîşa bi saya têkoşîn û berxwedana bi pêşengiya YJA Starê têk diçe. Vê berxwedaniyê li Kobanê hişt ku gel bi azadî bijî. Di wê demê de YJA Starê seferberiya xwe îlan kir û berê xwe dan Kobanê û ji bo Kobanê ji hovîtiya DAÎŞ’ê rizgar bikin, pêşengiya berxwedanê kirin.”

Firyal diyar kir ligel ku her roj çekên qedexekirî tên bikaranîn û malbata Barzanî îxanetê jî dikin, berxwedaniyeke dîrokî tê kirin û got “Em Jinên Ciwan ên Herêma Firatê berxwedaniya YJA Star silav dikin. Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku xwedî li şoreşê û xwedî li berxwedaniya YJA Starê derkevin. Wê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk teqez îradeya jinê bi ser bikeve.”

Rêveberiya Kongira Star ya Herêma Firatê Macîde Hesîn jî berxwedaniya YJA-Starê silav kir û got “Em rêz û hurmeteke mezin didin jinên li her çar parçeyên Kurdistanê, ji bo azadiya jinê têdikoşin. Dewleta Tirk a faşîst dîsa jinên têkoşer dike hedef û lê divê dewleta Tirk bizanibe ku wê nikaribe li hemberî îradeya jinê bisekine.”

Macîde diyar kir ku dewleta Tirk naxwaze jin bigihêje maf û mîsyona xwe û ji bo berxwedanî û serkeftina jinê tune bike jinê dike hedef û got  “Rûxmî van komkûjiyên ku derheqî Kurdan de tên kirin, dîsa jî jinan dev ji berxwedana xwe bernedan. Jin her tim li qadan bûn, ji bo azadiya xwe û azadiya civakê berxwedaniya xwe dan meşandin.”

Macîde diyar kir ku dewleta Tirk her roj bi çekên qedexe êrîşî gerîlayên azadiyê dike û got “Li hemberî siyaseta qirêj a dewleta Tirk gerîlayên azadiyê berxwedaniya xwe didin meşandin. Wê dagirkeriya dewleta Tirk tu carî negihêje armanca xwe. Em Kongra Star em ê her dem piştgiriya gerîla bikin û ji me çi were xwestin em amade ne. Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku em destkeftiyên xwe zêde bikin, em ê jî rêxistinan xwe xurttir bikin. Em ê her dem li qadan bin û xwedî helwest bin. Em bang li hemû Kurdan dikin ku bibin yek û yekîtiya xwe ava bikin û helwesta xwe bidin diyarkirin. Çawa ku bi pêşengiya YPJ’ê êrîşên DAÎŞ’ê yên li Kobanê hate şikandin, em ê bi vî rihî û vînê jî destkeftiyên mezin li çiyayên azad bi ser bixin.”